Gelê Amedê wê ji bo Efrînê her roj dakeve qadan

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerîf Çamci li kongreya HDP'ê ya Baglarê axivî û got, "Em ê her roj saet 12'an li ber avahiya HDP'ê ya bajêr li hev bicivin û bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li dijî Efrînê şermezar bikin."

Kongreya Asayî ya 2. a Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Baglarê, li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP'ê ya Amedê pêk hat.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê M. Şerîf Çamci li vir axivî û mirovên di êrîşa dagirkeriyê de li Efrînê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Çamci diyar kir ku ew di nava şert û mercên şer de kongreya xwe pêk tînin û got, "Em ê her roj saet 12'an li ber avahiya HDP'ê ya bajêr li hev bicivin û bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li dijî Efrînê şermezar bikin. Eger êrîşên li dijî Efrînê dewm bikin, çalakiyên me wê hê bi dewlemendî dewam bikin."

Di dawiya kongreyê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Baglarê Necmettîn Bûrakmak û Yuksel Almas hatin hiblijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.