'Gelê Amedê li hemberî dagirkeriyê bi hêrs e'

Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî dagirkirina Efrînê dan û gotin: “Gelê Kurd çawan ku Kobanê ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê parast, wê Efrînê jî wisa biparêzin.”

Welatiyên Amedê, li dijî dagirkirinê artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê bi hêrs in û got in: “Dem dema vejinê û xwedî derketina li Efrînê ye.”

‘KURD WÊ QADAN BIKIN CIHÊ TÊKOŞÎNÊ’

Sûltan Aksoy: “Gelê Efrînê ti gef li Tirkiyê nexwariye, her kes têkîliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê dizane. Ji beriya niha Tirkiyeyê bi çeteyan êrîş dikir û niha bi xwe êrîş dike. Dewleta Tirk zilmê dike û wê Efrîn jî bi ser bikeve. Çawan ku gelê Kurd ji bo Kobanê rabû li ser lingan û bi Kobanê re bûn yek, wê gelê Kurd ji bo Efrînê jî rabe û bi ruhê berwedanê wê bi ser bikeve. Tu kes wê guh nede Erdogan ku bila Kurd dernekeve kolanan, berovajiyê wê, wê Kurd kolanan bikin qadên têkoşîn û berxwedanê. Ragihandina Tirkiyeyê rastiyê ji civakê re nabêje û civakê dixapîn e, lê dema Efrîn bi serket wê êdî her kes rastiyan bibîne. Eger gelê Tirkiyeyê rastiya dagirkirinê zanîban wê bi yek dengê derketiban qadan. Bi izna xwedê wê şervan û gelê Efrînê bi serbikevin. Ev zilm û neheqî li gel Erdogan namîn e, wê Efrîn bi ser bikeve û Kurdistan azad bibe.”

‘BI RUHÊ KOBANÊ EM Ê XWEDÎ LI EFRÎNÊ DERKEVIN’

Halîse Kaya: “Li seranserî welat em rabin li ser lingan û xwedî li Efrînê derbikevin. Gelê Efrînê xwişk û birayê me ne, em ê bi ruhê berwedana Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin.”

‘DEMA VEJÎNÊ YE’

Yakup Kiliç: “Di dîrokê de jî minakên vê yekê hene û vaye li Kurdistanê jî ev tişt diqewim e. Divê mirov ji hinek tiştan ders derxe, divê êdî gel rastiyê bibine, li Nisêbînê, Cizîrê, Sûrê çibû? Li Efrînê jî heman tişt xwe dibare dike. Ti ferqa Nisêbin, Cizîr, Sûr û Efrînê nake. Pêşiyên me ji xwede ev gotin ne gotiye, ‘Heger hûn nebin yek, hûnê biçin yek bi yek’. Ji bo vê yekê divê em dîroka xwe baş bixwînin. Roj hatiye û roj roja vejîn û berxwedanê ye. Dîrok niha berxwedanê ji me dixwaz e. Divê rojê de divê Kurd rola xwe bilîzin û derodara Efrînê bibin yek. Divê her kes bi ruhê berxwedanê rabe li ser lingan û xwedî li axa xwe ya pîroz derbikeve. Em îro nerabin dibe sibê pir direng be û îro roja vejînê ye.” 

‘EFRÎN BIBE DAWIYA ERDOGAN’

Mûrvet Demîr: “Êdî her tişt heta cihekê mafê xwe heye, êdî kêr gihaye hestî û dema xwedî derketinê ye. Çar roje dewleta dagirker êrîşî xaka Efrînê dike, ev şer ne şerê Kurd û Tirkan e. Şer şerê dagirkirina Erdogan e, bi salan e Erdogan li ser serê Kurdan zilmê dike. Ma gelo dinya vê zilmê nabîne?Gelê Kurd ewqas dibin zilmê de ye û tê kuştin dîsa jî aştiyê dixwaz e. Rondikên çavan hemû yek in, lê êdî ji rondikên çavên Kurdan xwin dihereke. Ey dewleta dagirker tu çi me Kurdan dixwazî. Bi dagirkirinê tu nikarî Kurdan biqedî her çiqas tu zilmê dikî Kurd bihêrs dibin û xurtir dibin. Soz bi qûrana pîroz Kurd naqedin û wê Kurd li ber xwe bidin. 40 sal e Kurd bê navber li ber xwe didin û heta niha neqediyane û wê heta serkeftinê jî li ber xwe bidin. wê Efrîn bibe dawiya Erdogan. Erdogan bi ti awayî nikare Kurdan biqedîne, wile bileh Erdogan dawiya xwe tîne. Kesê daxwaza ax, av, çand û nasnameya xwe bike heqe û divê heqên wî bên dayîn. Gel çawan xwedî Kobanê derket û divê bi heman ruhê rabin ser lingan û xwedî li Efrînê derkevin. Ez bang tevahiya gelan dikim ku ji bo Efrînê rabin qadan. Ji xwe ji niha de Efrîn bi serketiye.”

‘WÊ EFRÎN JI TIRKIYÊYÊ RE BIBE DOJEH’

Serdar Bayram: “Rejîma Erdogan bi şer, kuştin û qetlîman xwe li ser lingan digre. Şer sereke konsepta rejîma Erdogan e. Îro roja çaremîn e artêşa Tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) êrîş dike Efrîna azad, bila çete baş bizanin bi gelê Efrînê tenê jî mabe wê Efrîn bi ser bikeve û berxwedanek heybet nîşan bidin. Li Kobanê me çawan li ber xwe da û me çeteyên hovane têk birin, em ê li Efrînê jî li ber xwe bidin. Ti rê tineye wê sedê sed çeteyên Tirk li Efrînê têk biçin, em vê yekê baş dizanin û ji vê yekê jî bawar in. Li Bakur jî dewlet bi hovane li ser gel de hat, kuştin û girtin pêk anî lê herî dawî jî berxwedana gel bi serket. Wê ti hêz nekare serkeftin û destkeftiyên Kurdan yên li Rojava têk bibe. Ji ber ku dîroka ji agir li Rojava pêşketiye. Heta ciwanek xwin di demarên ciwanek Kurd de bigere jî wê Efrîn nebe bawerê dagirkeran. Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat yek dile û yek denge, dagirker li ser vê axê bisernakevin. wê Tirkiye ji Efrînê dernakeve û bi çapemeniyê şerê derûnî didin meşandin. Ji xwe tenê şerê wan çapemeniye. Em ê li Efrînê bibinin ka wê berxwedan çawan bi serbikevin. wê Efrîn ji artêşa Tirk re bibe dojeh û nekarin ji Efrînê derkevin.”