Gelê Şirnexê li hemberî bihabûna elektrîkê daket qadan

Li Hezex û Qilebanê bihabûna elektrîkê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê hate protestokirin.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi sedan welatî li Kuçeya Hunerê li dijî bihabûna elektrîk û zemên tên kirin kom bûn. Çalakiya protestoyê ya xelkê Hezexê bi astengiya polîsan re rûbirû ma. Lê belê tevî hemû astengî û dorpêça polîsan jî welatî meşiyan. Welatiyan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, "Covid-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje.” Dema polîsan ji welatiyan re got, “Giliyên xwe ji dewletê re bikin” welatiyan bertek nîşan dan û gotin, “Em ê dewletê gilî bikin".

Ji ber ku muzakereyên bi polîsan re demekê encam negirtin, welatî bi berzkirina dirûşmên "Hikûmet îstifa", "Rêveberî îstifa" û "Ji talanê re na" ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan. Girseya ku dixwest heta ber avahiya DEDAŞ'ê bimeşe, lê dîsa bi astengiya polîsan re rûbirû man. Her çiqas polîsan bi gaza îsotê êriş bir ser meşê jî welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan bersiv da polîsan. 

QILEBAN

Li navçeya Qilebanê jî bi sedan kes di têketina navçeyê de li hev civiyan û bihabûna elektrîkê protesto kirin. Girseya ku heta li Nûnertiya DEDAŞ'ê ya Qilebanê meşiyan bi berzkirina dirûşmeyên, "Hikûmet îstifa bike" meşiyan. Li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî hat dayîn û welatiyan xwest ku bihabûne elektrîkê were sekinandin.