Gelê Şengalê ji bo korîdora mirovî  18 roj in li ser sînor e

Welatiyên Şengalê ji bo vekirina korîdora mirovî ya bi sînorê Rojava re ev 18 roj in nobedê digirin.

Welatiyên Şengalê daxwaz dikin ku di navbera Şengal û Rojava de korîdora mirovî vebe û li ser xeta sînor kon vedane. Berxwedana gelê Şengalê bi biryardarî didome.

Korîdora mirovî ya ku li sînorê Rojava ji aliyê şervanan ve dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yê 3’ê Tebaxa 2018’an li dijî Şengalê hatibû vekirin. Korîdor 15’ê Kanûna 2018’an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin.

Li ser nerazîbûnên gelê Şengalê korîdor hatibû vekirin û demeke kurt dîsan hate girtin.

Gelê Şengalê 24’ê Çileyê li ser sînor kon veda û nobedê digrin. Korîdora mijara gotinê ji bo pêdiviyên bingehîn yê gelê Şengalê gelek girîng e.