Gefa kuştinê li Serdar Îzol hate xwarin

Serdar Îzol ku hevser, kur, kek û hevjîna kekê wî hatin qetilkirin, diyar kir ku bi fermana Parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfukar Îzol êriş li dijî wî hatiye kirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin.

Serdar Îzol ê di serdegirtina birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol ê di 15’ê Hezîrana 2019’an de li gundê Çeltîk ê girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê, hevjîna xwe Meral, kurê xwe Mûsa Serhat, birayê xwe Hakki Îzol û hevjîna kekê xwe Zozan Îzol winda kirin, bi lêv kir ku gefên kuştinê lê tên xwarin.

Serdar Îzol ê têkildarî gefên lê tên xwarin li pêş Edliyeya Rihayê axivî, anî ziman ku hefteyek beriya danişîna doza di 22’yê Kanûnê de li Aksarayê hat dîtin, bi fermana birayê parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol, Cîhan Îzol, li gundê Çeltîk ê lê dijî 3 şivanan li wî dane. Îzol, da zanîn ku piştî êrişê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê rapora lêdanê girtiye, giliyê berpirsyaran kiriye û wiha got: “Kesên ku li min dan gotin ku bi fermana Zulfîkar Îzol gefan li min dixwin. Ez tevî van gefan çûm Aksarayê û tevlî danişînê bûm. Beriya 4 rojan (26’ê Kanûnê) jî 3 kesên ji mala Cîhan Îzol derketin, du kûçikên min bi çekê kuştin.”

Îzol bi lêv kir ku kuştina kûçikan ji bo derxistina wan a ji gund “gef” e û wiha berdewam kir: “Dibêjin em hêz in em ê her tiştî bikin. Dema kûçikên min kuştin me agahî dan jendermeyan. Hatin lêkolîn kirin û bûyer heta dozger çû. Kurê min kesên ku kûçik kuştin dîtin. Got ketin mala Cîhan Îzol, lê jendermeyan tiştek nekirin. Dema jenderme li cem me bûn, kesên ku komkujî pêk anîn li wesayîta xwe siwar bûn û dûr ketin. Jendermeyan anîn ziman ku heta ji dozger destûrê negirin nikarin têkildarî kesên kûçik kuştine kiryarekê bidin destpêkirin. Kesên kûçik kuştin ji min re gotin ‘Heke tu ji gund dernekevî, em ê te jî weke van kûçikan bikujin û kes jî nikare tiştekê bi me bike.’”

Îzol da zanîn ku li gund bi kurê xwe Yûsûf Rojhat Îzol re dijî, ewlehiya canê wan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zeviyên me ji destê me girtin. Ji malbata min 4 kes hatin kuştin. Niha jî bi kuştinê gefa li min dixwin. Komkujî pêk anîn lê li derve digerin. Edalet û qanûnê nas nakin. Di darizandinên hatin kirin de tevî ku me xweparastin kir jî dozger ji bo 3 ferdên malbata min cezayê muebbetê xwest. Em tenê edaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo herkesî em edaletê dixwazin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û li edaletê bigerin. Heke rewşa min a tenduristiyê baş bûya ez ê her roj li pêş avahiya edliyeyê rûnim lê pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û hestiyar dikin; bila dengê me bibîhizin. Em tenê edaletê dixwazin. ‘Komkujiya Sêwregê’ berdewam dike, êdî vê bisekinînin.”