Gefa dagirkeriyê ya li ser çar gundên Licê mezin dibe

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser navçeya Licê ya Amedê, li qadên bejahî zêde dibin.

Navê "Eren-2 Lice Operasyonû" li van êrişên dagirkeriyê hate kirin ku bi fermana Wezareta Karên Hundir dest pê kir. Êrişên nû yên hewayî di 20'ê Çileyê de dest pê kirin.

Êriş bi giranî li gundên Zenge, Helhel, Mişrif û Karvasê tên kirin û sewqiyata leşkerî jî zêde bûye.

Ji 9'ê Çileyê ve dewleta Tirk êrişê dibe ser gundên Licê.

Di 20'ê Çileyê de jî leşkeran deriyên malên vala kişandin û lêgerîn kirin. Heta niha herî kêm 8 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Di 19'ê Çileyê de di serdegirtina malan de herî kêm 35 kes hatibûn destgîrkirin.