Gefa 'birîna mûçeyan' li pêşmergeyan hate xwarin

Piştî ku 180 pêşmergeyên li kampa perwerdeyê ya Duhokê beriya çend rojan li ber şerekî gengaz ê nava Kurdan rabûn û dest ji çekê berdan, PDK ji bo pêşî li hewldaneke bi vî rengî bigire, gefa 'birîna mûçeyan' xwar.

Piştî provokasyona PDK'ê ya beriya du hefteyan a li Metînayê, nerazîbûna li Başûrê Kurdistanê mezin dibe.

Pêşmergeyên Dêrîn û gelek pêşmerge û fermandarên pêşmergeyan ên li Wezareta Pêşmergeyan nerazîbûn nîşanî vê provokasyonê dan.

180 pêşmergeyan di nava hefteyê de ji bo nîşan bidin ku ew li dijî şerekî gengaz ê PDK'ê ye, li Duhokê li kampa perwedeya pêşmergeyan dest ji çekê berdan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihê baweriyê hate wergirtin, gelek pêşmergeyên din jî dixwazin dest ji çekê berdin û helwesteke wiha nîşan bidin.

Lê belê hin ji fermandarên PDK'ê ku ji ber belavbûna vê meylê ketine nava fikaran, ji bo pêşmergeyên dest ji çekê berdane vegerînin gefa birîna mûçeyan li wan xwarin.

Fermandarên pêşmergeyan ji bo pêşmergeyan birçî bihêlin, ku ji bilî mûçeyan çavkaniyeke xwe ya cuda ya debarê nîne gefeke bi vî rengî dixwin. Her wiha hate ragihandin ku hin ji fermandarên pêşmergeyan jî yên li nava PDK'ê, nîşandana helwesta li dijî şerekî navxweyî weke "xiyanetê" li pêşmergeyan ferz dikin.