Gazalî: Em amadene ku li dijî Erdogan şer bikin

Lîderê koma Esayibî El Heq a girêdayî Haşdî Şabî Qays Gazalî diyar kir ku Erdogan di serî de plan dike ku li gel Şengalê gelek deverên din dagir bike û got ku ew amadene li dijî wan şer bikin.

Lîderê koma Esayibî El Heq a girêdayî Haşdî Şabî ku nêzîkî Îranê tê zanîn Qays Gazalî got: “Tirkiye plana dagirkirina Şengal, Telafer, Mûsûl û parçeyek mezin a Kerkûkê dike. Erdogan dixwaze xwe bigehîne herêmên berê yê ku Osmaniyan dagir kiribû.”

Gazalî got ku Erdogan xwe plan dike Havîna li pêşiya wan Şengalê dagir bike û wiha domand: “Ez amademe ku li dijî dagirkeriya Tirk çekê bikar bînim.”

BANGA LI IRAQÊ

Gazalî ev anî ziman; “Tirkiye hertim plan dike ku êrîşî Şengalê bike û diyar dibe ku agahiya hikumeta Iraqê ji bombebarankirina li çeperên PKK’ê heye.”

Gazalî bang li Mustefa Kazimî Iraqî kir û xwest ji bo bersiva êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê bide ji DYE û her welatekê sîstema parastina hewayî bistîne û parastina welatê xwe bihêz bike.