'Gava Kurdistan ava bû ez ê hingî dilê xwe rehet bikim, lê ne niha...'

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz dema ku diaxive destnîşan dike ku ew nagirî. Lê belê bi hêrs e. Mîna ku apê wê got, mirina Denîz ji bo gelê Kurd bû çirûskek.

Li kolaneke Çîmentepe ya Îzmîrê, alên HDP'ê, wêneyên Denîz Poyraz, mêvanên tên û diçin, malbata li binê pankarta 'Me soz dane Denîz wê aştî bê' rûniştî...

Apê Denîz Mahmût Poyraz dibêje, konê sersaxiyê yê ji bo Denîz Poyraz li gelek bajar, navçe û bajarokên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye vedan. Dewam dike, "Binere kes ji malbata te nîne li wan deveran. Lê belê HDP malbata Denîz e. Qetilkirina Denîz ji bo gelê Kurd bû çirûskek. Yên ku fermana kuştina Denîz dan eger zanîbûna ku wê ewqasî deng vede, newêrî bû fermana komkujiyê bidin."

BÊDENG, LÊ BI HÊRS

Konê sersaxiyê û kolan qet vala namîne. Mase tijî dibin. Yên hatine wê derê ji sersaxiyê wêdetir ji bo kombûna li hev e. Girî nîne. Her kes diêşe, dilşewat e, lê bêdeng e. Mîna ku Mahmût Poyraz got, bi sedan mirovî dane pey çirûskekê. Li bendê ne ku çirûsk veguhere êgir. Bêdeng e, lê bi hêrs e.

Kesên hatine serdanê li dora dayik Fehmiye Poyraz civiyane. Ew jî di nava vê kombûnê de serbilind e. Ji bo axaftinê em diçin gel wê. Hîn gelek tiştên ku qalê bike heye. Bi rojane diaxive ji çapemeniyê re, lê hîn tiştên vebêje neqediya ye.

Bi dayika Fehîme re em hinekî dûrî qelebalixiyê dikevin ji bo biaxivin. Lê belê qelebalixê dest ji wê bernade. Telefon tên, ew bi sebir herkesî pêşwazî dike, pê re diaxive. Dibêje, "Ev min hîn bêhtir xurt dike." Dibêje "Ez ê negirîm" û dewam dike, "Min ew li morgê jî dît, lê negiriyam. Bêguman min gelek tişt berda nava dilê xwe. Rojekê dema ku Kurdistan ava bû wê çaxê ez ê ya dilê xwe derxînim, lê ne niha..."

EW TIMÎ DIKENIYA

Fehîme Poyraz got, "Dema ku bi tenê dimînim xemgîn dibim, ez dayik im. Lê belê dema vê piştevaniyê dibînim hêviya min mezin dibe. Lê dîsa jî ez ê negirîm." Ji me re qala Denîz dike: "Gelekî dikeniya. Em bi wekîla me Serpîl (Kemalbay) çûn morgê. Wekîla me dema ku ew halê wê dît got 'Ax Denîz tu timî dikeniya, li vir jî tu li me dikene'. Bawer bikin, bi min jî welê hat..."

Fehîme Poyraz diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber ku keça wê şehîd e û got, "Ji ber ku wê canê xwe fedayî gelê xwe kir. Em hemû di nava partiyê de dixebitîn. Ew bi dil û can dixebitî. Têkoşîna mirovekî/ê li nava malbatê dest pê dike. Ew jî bi rêya me tevlî têkoşînê bû."

DIXWEST KUKRDÎ HÎN BIKE

Bavê Denîz, dema ku ew hîn gelekî biçûk bû hate girtin. Denîz heta pola 4'an a dibistana seretayî xwend. Dayik Fehîme Poyraz jî ji bo malbatê xwedî bike dixebitî. Denîz jî neçar ma li xwişk û birayên xwe binere. Ji bo malbata Poyraz hem karê partiyê hem jî jiyan ne hêsan bû. Lê belê dayik Fehîme got, ku ji derve jî be Denîz dibistan qedand. Baş e xeyala Denîz çi bû? Wêneyê wê ku keman di dest de bû ji aliyê her kesî ve hate parvekirin. Ji muzîkê hez dikir? Dayik Fehîme got, "Denîz ji muzîkê hez dikir, ji govendê jî, lê belê xeyala wê ew bû ku bibe mamosteya Kurdî. Timî dixwest biçe Mêrdînê û dersê bide. Dixwest zimanê xwe hînî gelê xwe bike."

NÊRÎNA DAWÎ

Dayik Fehîme Poyraz got, "Keça min bi coş bû, ji her tiştî hez dikir, heta kêliya dawî ji jiyanê hez dikir." Li gorî dayik Poyraz, kujer Onûr Gencer destpêkê fîşek berda lingê Denîz ji bo nikaribe bireve û got, "Denîz heta kêliya dawî li ber xwe dide, hewl dide rizgar bibe, lê nikare..." Fehîme Poyraz anî ziman, her ku ew daxwaza aştiyê dikin û destê xwe dirêj dike, milê wan tê birîn û bi israr diyar kir ku dilê wê şewitî, lê bila yê kesekî din neşewite: "Ez ê dest ji daxwaza aştiyê bernedim. Bêguman ez ê êşa xwe bikişînim, lê ne niha. Tişta ku niha divê bikim, têkoşîna ji bo aştiyê ye. Ji bo keça min e..."

Fehîme Poyraz roja dawî keça xwe nedît. Saet 9'an dema ku ji malê derket bav Abdulîllah Poyraz jê re dibêje, "Ez jî bi te re werim", Denîz qebûl nake. Jê re gotiye, ez timî bi tenê diçim. Dema ku ji derî derdikeve li bavê xwe vedigere û jê re dikene. Bav Poyraz dibêje, "Mîna ku tiştek ji dilê min qut bû, çûyîna wê bi tenê min qebûl nekir, lê ji derî derket û çû."