Gardiyanê ku li girtî îşkence kir: Te hê xwe nekuştiye?

Gardiyanan careke din êrîşî girtiyê bi navê Hogir Batû kirin. Hat ragihandin ku piştî êrîşê gardiyanekî ji Batû re gotiye, "Te hê xwe nekuştiye?" Batû, 19 roj in ji ber binpêkirinên mafan û zextan di greva birçîbûnê de ye.

Girtiyê bi navê Hogor Batû ku ji Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê sewqî Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê hatibû kirin, di dema sewqê de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin, destên wî ji paş de hatibûn kelemçekirin, nigên wî hatibûn girêdan û serê wî hatibû şikandin.

Batû, ji ber van binpêkirinên mafan û zextên lê tên kirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat ragihandin ku gardiyanan Batû birine odeyeke bisînger û cardin lêxistin. Her wiha hat diyarkirin ku di dema lêdanê de gardiyanê bi navê E.E. ji Batûre gotiye, "Te hê xwe nekuştiye?"

Batû, 19 roj in di greva birçîbûnê de ye.