'Fûhûş li Colemêrgê weke çekek şerê taybet tê bikaranîn'

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû çeteya fûhûşê ya li Colemêrgê bi bîr xist û got, divê aliyên vê mijarê yên polîtîk bê dîtin; divê were zanîn ku weke rêbazeke şerê taybet tê bikaranîn.

'Çeteya fûhûşê' ya ku beriya sê salan li navend û hin navçeyên Colemêrg û Şirnexê ava bû, ji gelek cerdevan, çawişên pispor û hin kesên sivîl pêk tê. Rastiya vê çeteyê herî dawî beriya du hefteyan ji aliyê kesekî 'çawişê pispor' ve bi mikurhatinan û hin dîmenan bêhtir eşkere bû. Di lêpirsîna dozgeriyê ya li ser 'çeteya fûhûşê' de biryara 'nepenîtiyê' hate danîn.

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mehmet Karataş û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanlioglû bal kişandin ser girîngiya parastina mafê jiyanê yê mexdûran û destnîşan kir ku divê biryara nepenîtiyê ne ji bo parastina sûcdaran be.

Çeteya fûhûşê ya li Colemêrg û Şirnexê ku ji leşker û cerdevanan pêk tê, bi gef û şantajê gelek jin neçarî fûhûşê kir. Ji ber çeteya fûhûşê jinek hate kuştin, jinek jî neçarî întixarê hate kirin û kesek jî bi gumanbarî mir.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi manşeta 'Sêgoşeya Fûhûşê' di 29'ê Cotmehê de bal kişandibû ser vê çeteyê: ( https://www.ozgurpolitika.com/haberi-asker-polis-korucu-fuhus-ucgeni-155650 )

Li gorî vê yekê, ji mînaka Colemêrgê careke din eşkere bû ku dewleta Tirk bi destê cerdevanan, polîs û leşkeran li Bakurê Kurdistanê çawa rizandin û dejenerekirinê ferz dike û tevna fûhûşê ava kiriye.

Hate ragihandin ku çekdarên dewletê Fettah Demîr, Mesût Olmez, Hakan Olmez li mala xwe dest bi qewadiyê kirine û beşeke mezin a jinên ku xistin xefikê bi şantajê hewl dan bêdeng bikin.

Bi fikrek û armanceke cuda jî be ev agahî bi giranî ji aliyê çawişekî pispor ve hate kifşkirin. Çawişê pispor nav, wêne û hin ji dîmenan parve kir û xwest mijarê bibe ber destê dadgeriyê. Lê belê dadgeriya Tirk doz li parvekirina agahiyan vekir.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê jî xwe gihand gundî, cerdevan û hêzên dewletê yên ku navê wan derbas dibe û bal kişand ser wê yekê ku di nava polîtîkaya giştî ya dij bi Kurd de dewlet fûhûşê jî mîna narkotîkê weke çekeke şerê taybet bi kar tîne.

LÊPIRSÎNEKE XURT NEHATE MEŞANDIN

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Karataş li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku divê lêpirsîn bi baldarî û hesasiyet bê meşandin, naxwe dikare rîska binpêkirina mafê jiyanê ya mexdûran bi xwe re bîne.

Karataş diyar kir ku ew hîn bûne beriya demeke dirêj li Colemêrgê rêxistiniyeke bi vî rengî heye, ji bo hîn bêhtir mexdûriyet çênebe divê bi hesasiyeteke mezin nêzî agahiyên şexsî û dîmenên jiyana taybet ên mexdûran bibin.

Karataş diyar kir ku di bûyerên şênber de tê gotin, personelên dewletê gumanbar in û got, "Ev yek mînakeke spesîfîk a li ser binpêkirina mafên mirovan ên beriya niha qewimîne. Tê îdîakirin ku bi bikaranîna otorîteya cemaweriyê ev sûc hatiye kirin. Divê saziyên civakî yên sivîl ên di vê mijarê de têbikoşin bi tenê neyên hiştin. Ji bo parastina mexdûran, nepenîtî şert e, lê belê tê zanîn ku biryara nepenîtiyê ji bo parastina gumanbaran hatiye dayin."

RÊBAZA ŞIKANDINA ÎRADEYÊ

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanlioglû jî anî ziman ku dema qala çeteya fûhûşê ya li Colemêrgê bê kirin divê aliyên wê yên polîtîk bê dîtin.

Zeydanlioglû diyar kir ku fûhûş rêbazeke şerê taybet e ku serdest ji bo rizandina civakê bi kar tîne û got, "Di vê serdemê de jî li gel şerê nîzamî serî li rêbaza şerê taybet jî tê dayin. Hêzên serdest ji bo civakê bi dest bixin, ji bo şikandina îradeyê rêbazên narkotîkê, fûhûşê bi kar tînin. Dema ku qala çeteya fûhûşê ya li Colemêrgê bê kirin divê aliyê wê yê siyasî û encama ku tê xwestin bê afirandin bê dîtin. Rêbazeke ji bo şikandina îradeyê ye, divê ev yek bê fêhmkirin. Têkildarî bûyera li Colermêrgê zêde agahî nîne, aliyên bûyerê bi temamî nayê zanîn. Bûyerên bi vî rengî bi demê re wê bêhtir eşkere bibin."