Fransa, Yewnanistan, Îtalya û Qibris bi hev re tetbîqatê dikin

Piştî ku dewleta Tirk li rojhilatê Derya Spî bi rengekî neqanûnî dest bi karê sondajê kir, Fransa, Yewnanistan, Îtalya û Qibris wê li heman herêmê tetbîqatekê bikin.

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a her çar welatan, tê payin ku di navbera 26'ê Tebaxê û 28'ê Tebaxê de pêk were.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe dispêre Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê, tetbîqat wê li başûrê Gîrîtê bi rê ve biçe.

Salên dawî li rojhilatê Derya Spî çavkaniyên girîng ên gazê hatin dîtin, ku mehdê dewleta Tirk jî bijiya.

Karê sondajê ya neqanûnî ya rejîma Enqereyê ku li herêmê dimeşîne, aloziya navbera Atîna û Enqereyê zêde kir.

Di encama vê aloziyê de keştiyeke Yewnan û keştiyeke Tirk dawiya hefteyê li qadeke ku Atîna doza mafê xwe li ser dike li hev qelibîn. Dewleta Tirk keştiyên xwe yên şer li heman herêmê bi cih kir.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas jî roja Sêşemê serdana Enqereyê kir û diyar kir ku rewşa navbera Tirkiye û Yewnanistanê "di asteke gelekî krîtîk" de ye.