Fransa: Em baweriyê bi Kurdan tînin

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji bo endamên DAÎŞ’ê yên di destê QSD’ê de werin wergirtin bang li welatên Ewropa kiribûn, welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyanî dan.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp roja Yekşemê li ser twîtterê daxuyanî dabû û xwestibû ku welatên Ewropayê hemwelatiyên xwe yên DAÎŞ’ê bila bistînin. Trûmp gotibû ku,”Li Sûriyeyê me 800 endamên DAÎŞ’ê zeft kirine û em bang li Fransa, Elmanya û welatên din Ewropayê dikin ku bila hemwelatiyên xwe bistînin.”

Piştî vê daxuyaniyê Wezîrên Karê Derve yên welatên Ewropayê biryar dan ku roja Duşemê li Brukselê kom bibin. Di civînê de ew ê li ser dosyeya Sûriyeyê bisekinin.

Wezîrê Ji Karên Navxweyî Berpirsyar ê Fransayê Laûrent nûnez ji BFM Tv’yê re axivî û got ku, “Kurdan ew girtine û di vî warî de em baweriyê bi Kurdan tînin. Çi dibe bila bibe, dema ku ev kes vegeriyan welatên xwe, wê hemû werin darizandin û girtin.”

ELMANYA DI WARÊ PÊKANÎNÊ DE ZEHMET E

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas diyar kir ku organîzekirina vegera endamên DAÎŞ’ê gelekî zehmet e û got ku “Piştî ku girtin û darizandina van kesan were mîsogerkirin, ev veger dikare pêk were. Pêdiviya me bi agahiyên hiqûqî heye û di vê rewşê de tiştekî wisa tune.”

LONDRAYÊ BANGA TRÛMP RED KIR

Serokwezîra Îngîltereyê Thera May jî banga Trûmp red kir. May got ku, “Li cihê ku sûc hatiye kirin divê ev tişt pêk were. Di heman demê de bi hevkarên xwe yên navneteweyî em dixebitin. Hikumet ji bo mîsogeriya ewlehiya Keyîtiya Yekgirtî wê her tiştî bike.”