Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ li 18. Festîvala Fîlm a Cenevreyê tê nîşandan

Fîlmê ‘ji bo azadiyê’ ku qala berxwedana Sûra Amedê dike wê li 18. Festîvala Fîlm a Cenevreyê were nîşandan.

Rêwitiya festîvalan a fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ (The End Will Be Spectacular) ku qala berxwedana 100 rojî ya Sûra Amedê dike didome.

Fîlm ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û derhêner Ersîn Çelîk ve hatiye amadekirin wê li 18’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevreyê (FİFDH) were nîşandan.

Fîlmê ‘ji bo azadiyê’ wê 12’ê Adarê li Espace Pitoëff-Théâtre were nîşandan. Di çarçoveya festîvalê de wê bîletên fîlm li ser înterneteê werin girtin.

Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ li premîera cîhanê li 15. Festîvala Fîlm a Koltaka, premîera netewî li Roajva, premîera Ewropa jî li 49. Festîvala Fîlm a Rotterdamê hatibû kirin û eleqeyek mezin nîşanî fîlmê hatibû dayîn. Di meha Adarê de fîlm wê li Elmanya were nîşandan û di nava meha Nîsanê de jî wê beşdarî festîvala fîlman a navnetewî ya li du welatên cûda bibe.

Ji bo bîletên li ser înterentê lînk: