Fermandariya Eyaleta Heftanînê hate pîrozkirin

NPG'ê gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber çalakiyên li Heftanînê pîroz kir û diyar kir, "Ev asta taktîka leşkerî ku bi rêbaza gerîlayên serdema nû hatiye afirandin berxwedanê mezintir û watedar dike."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Heftanînê ji ber çalakiyên wan pîroz kir.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Li dijî liv û tevgera dagirkirinê ya dewleta TC a faşîst qirker ku 23'ê Tebaxê li eyaleta we dest pê kir, hêzên we bi rengekî mezin li ber xwe dan û di asta dîrokî de kirin, ku dijmin windahiyên giran bidin. Li dijî vê dagirkeriyê ku dewama êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê ye, çalakiyên ku gerîla bi ruhê berxwedanê dikin rûpelekî nû li dîroka me ya têkoşînê kiriye. Hewldanên dijmin ku qaşo bi amûrên hewayî û bejahî bi serxweşiya serketinê ketin qada Heftanînê, bi taktîk û performansa serketî ya hêzên we yên eyaletê hatin têkbirin. Ev asta taktîka leşkerî ya ku bi rêbaza gerîla ya serdema nû hatiye afirandin, berxwedanê hîn bêhtir watedar dike. Li dijî vê liv û tevgera dagirkeriyê, ji roja ku dijmin hêzên xwe danî ser Girê Partîzan û vir ve hêzên we ew bi temamî kontrol kirin û 25'ê Tebaxê nava rojê çalakiyên ku dijmin matmayî bihêle pêk anîn. Tîmên we yên şer li qadê yekîneyên dijmin dorpêç kirin, li gelek deveran derbên giran li dijmin xistin, di encamê de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Piştî vê derba têkbirinê, dagirker nekarî li herêmê bi cih bibe û liv û tevgera leşkerî ya li bejahiyê rawestand.

Li dijî amûrên teknîkî yên dijmin bi wêrekî û însiyatîfeke bilind li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Partîzan çalakiyên afirîner hatin kirin û encam jê hate wergirtin. Lewma em hemû şervan û fermandarên li dijî dijmin tevlî van çalakiyan bûn pîroz dikin û hêvî dikin ku wê di çalakiyên xwe de serketî bin. Di şexsê fermandariya we de hemû hevrêyên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li Heftanînê dijmin têk birin silav dikin, serketinê ji wan re hêvî dikin. Bi hezkirin û rêzdariyê hemû hevrêyan silav dikin."