Fermandarê milîsên Îranî di êrişekê de hate kuştin

Endamê Besîc ku yek ji hêzên girîng ên milîs ên rejîma Îranê ye û fermandarê eyaleta Xuzistanê ya Mûxafizên Şoreşê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Ajansa nûçeyan a Farsê ku nêzî mûxafazakarên tund ên li nava rejîmê ye, ragihand ku li Xuzistanê ku di meha Mijdarê de bi dehan kes ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin, di êrşekê de fermandarê bi navê Abdolhoseyîn Mojadamî hatiye kuştin.

Di nûçeya ajansê de hate ragihandin ku Mojadamî li pêşiya mala xwe ya li Darkhoveynê ku bi 70 kîlometreyî dûrî paytexta eyaletê Ahvazê ye, ji aliyê êrişkarên li ser motorsîkletê ve hate kuştin.

Ajansa Farsê ragihand ku di êrişê de kalaşnîkov û çeka nêçirvaniyê hatine bikaranîn.

Ajansa Îrnayê jî diyar kir ku Mojadamî beriya niha li Sûriye û Iraqê yek ji wan 'şervanên dilxwaz' bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir.