Fermandarê HPG'ê Armanc: Gotinên dibêjin gerîla êriş birine ser pêşmergeyan, derew e

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc: Îdîayên ku dibêjin gerîla êriş birine ser pêşmergeyan an jî kemîn danîne ber, hemû bêbingeh in. Derew in. Eger berpirsyarek ji bûyera qewimî re hebe, ew jî rayedarên PDK'ê ne yên biryar dane.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc destnîşan kir ku gerîla ti carî nefikiriye û nafikire ku berê çeka xwe bide pêşmergeyan û diyar kir, şandina hêzeke mezin a leşkerî ber bi qada şer ve 'bêberpirsyariyeke mezin e'. Hakî Armanc li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

"44 çar roj li ser vê operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk re qediya. Li dijî vê berxwedaneke pir xurt hate meşandin û hîn jî tê meşandin. Hem Fermandariya Biryargeha Navendî hem jî tevgera me, encamên wê dem bi dem ragihand. Encamên wê ji aliyê gelê me, gelên cîhanê ve tê zanîn. Lê bi rastî jî dema mirov ji nêz ve dişopîne û hevalên ku di vê cenga qehremantiyê de cih digirin guhdarî dikin, pir detayên xwe yên zêde hene. Di serî de divê mirov vê bêje; her kêliyeke vê operasyonê bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Gelê me divê vê bizane û bi vê serbilind be, bi rûmet bijî. Em zanin operasyona dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê li Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kir, herî dawî. Di nava van 44 rojan de dewleta Tirk xitimî. Li gelek cihan xwest bi pêş ve biçe û dagirkeriya xwe di demeke kurt de pêk bîne. Lê belê ev pêk nehat. Gerîlayên azadiya Kurditsanê bûn mertal li pêşiya vê dagirkeriyê û gelek derbên giran lê dan. Niha di rewşeke xitimandinê de ye. Hem li Metîna li Girê Zendûra, her wiha li Zapê li derdora Cîloyê Biçûk, li Avaşîn li Şehîd Serdar û li gelek herêmên din niha dijmin di tengaviyê de ye. Nikare li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi gavekê jî bi pêş ve biçe. Pêşveçûn li aliyekî her roj windahiyan dide. Li hemberî çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê timî di pozîsyona parastinê de ye, di nava tirs û xofeke mezin de ye. Di serî de qehremantiya hevalên di tunelan de çalakiyan dikin, tirsek, xofekê dixe dilê dijmin. Di heman demê de bi rêbaza bi tevger, bi tîmên li derve di nava çalakiyên berfireh de ne. Ji bo vê em dikarin bêjin ku ev operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk di qonaxeke xitimandinê de ye. Her diçe zêdetir alozî di nava wan de rû dide. Eger îro dewleta Tirk, rayedarên wan, weke çeteyên mafya ku em bêjin qirêjiya wan a bi salan eşkere dike, encama vê operasyonê ye. Yanî xitimandina ku di vê operasyonê de ketine nav, niha jî ji aliyê siyasî, civakî bandora xwe li ser dewleta dagirker çê dike. Lewma xuya ye ev operasyon wê aloziya nava wan kûr bike û her ku biçe wê hilweşe.

Em li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk weke fedayiyên Rêber Apo, çi ji destê me were heta niha tiştên me kiriye, ji niha û pê ve jî em ê bikin. Ji xwe hevalên me her çepereke ku girtine bi vî ruhî, bi vê sekna bi rûmet li ber xwe didin. Her roj heval, hevalên li eniya paş e bi israr dixwaze derkeve eniya pêş û li hember vê êrişa dagirkeriyê rû bi rû tevlî şerekî dijwar bibe. Hêzên me wisa bi biryar û di nava amadekariyekê de ye. Ji xwe bîlançoya ku rojane tê dayin pir eşkere ye. Encamên dewleta Tirk ku behs dike, propaganda dike, ji xwe em êdî naxwazin li ser biaxivin. Yanî ewqasî derewkariyekê dike, ewqas diwerimîne êdî axaftin li ser nayê kirin, mirov naxwaze dema xwe winda bike. Ji ber ku her tişt li ber çavan e. Bi dîmenan, kêlî bi kêlî li ber çavan e, tê şopandin, em dişopînin. Daxuyaniyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên dayin, tê dîtin ku nerast e, rastî berevajî ye. Em vê yekê rojane dijîn. Bi kurtasî mirov dikare bêje, ji niha û pê ve hêzên dagirker dibe ku nema karibe li cihê lê ne bimînin. Ji xwe armanca me ev e. Ne tenê pêşîgirtina li dijmin, li cihê ku girtine divê teqez bên rizgarkirin. Heval bi vê armancê di nava tevgerê de ne. Em bawerin ku wê di dema pêş de wê bi çalakiyên serketî, bi bandor faşîzma dewleta Tirk hilweşîne. Li ser vî esasî em di nava hewldanekê de ne.

Bûyera ku doh qewimî, bûyereke pir xemgîn bû. Em di serî de ji malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin. Ji bo birîndaran şîfayê dixwazin. Ev bûyer çima qewimî, berpirsyarê vê kî ye? Lazime baş bê zanîn. Di saeteke sibehê de ku hîn tarî bû, bi konvoyeke zêdeyî 50 wesayitan derbasî qadên gerîla bûn. Ev qad 25 sal in heval lê ne. Derbasbûna li vê qadê, ji aliyê kê ve hate plankirin, kê fermana wê da; berpirsyarê esasî ew in. Tê zanîn ev hêza ku hatiye wir, ne ji bo cihekî bigire, ya jî weke ku radigihînin wê paqijiyê bikin. Hêzeke pir mezin e û bi çekên giran, heta kepçe hene. Xuya ye wê li hinek cihan rê çêbike. Yanî armanc ew bû ku cihê heval lê ne, bigirin. Di serî de em vê bêjin. Ev bûyer dikarîbû neqewimiya. Eger ku agahî rê kiribûna, hevdîtinek çêbûbana û nîqaşek çêbûbana dibe ku ev pirsgirêk bêyî ku bûyereke wiha xemgînî biqewime bihata çareserkirin. Lê mixabin ev nekirin. Tevî ku zanin hevalên me li wê derê ne, di çeperan de ne û dewleta Tirk ji xwe operasyonek dagirkeriyê dane destpêkirin li Metînayê. Her roj em dibêjin; dijmin dibe ku operasyona xwe berfireh bike. Tevahiya hêzên me yên Metînayê di pozîsyoneke întîşarê de ye. Li gorî agahiyên ku tê, dibe ku dewleta Tirk li wan xetan jî bi pêş ve were. Di demeke wiha de bêyî agahiya hevalan, hêzeke wisa leşkerî bi çekên giran rê kirin ser hevalan. Ev yek kêmasiyeke pir mezin e, bêberpirsyariyeke mezin e. Em vê bêjin; çima ev hate kirin? Gelê me divê vê zanibe. Kê ew bi rê kirine, berpirsyar ew bi xwe ne. Ji ber ku em zanin, pişta me li pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ye, gelê me ye. Berê me jî li dewleta Tirk e, artêşa dewleta Tirk e. Her roj êriş dike. Em pê re mijûl in û em di nava şerekî giran de ne. Kêliya ku ev pevçûn çêbû, li Zendûra heval di nava şer de bû. Di nava çalakiyê de bûn. Dijmin êriş dikir. Şandina hêzeke wisa mezin ber bi cihê ku heval lê ne, tenê xizmetê ji dijmin re dike. Lêhûrbûna hevalan dixwazin belav bikin. Em niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk lêhûrbûnê dikin. Hemû mijûlahiya me li ser vê ye. Hem em dixwazin pêşî li operasyonê bigirin, weke fedayiyane li ber rabin. Li ser vê amadekarî tê kirin û cihê ku girtine em dixwazin ji dagirkeriyê paqij bikin. Bi vê re em mijûl in. Lê li pişt me jî hêzeke ewqasî mezin ê operasyonê şandina bi ser hevalan ve, ev yek bêberpirsyariyeke pir mezin e. Gelê me divê vê zanibe. Ji xwe cihê ku hatine, her kes zane, yê ku ferman daye ku pêşmerge biçe wê derê bi xwe jî zane, 25 salan em li wir in. Hatine, ji xwe rêyeke ax e, ji xwe medenî hîç nayê. Li wê derê ti kes naçe û nayê, bi kepçe hatine û derdikevin eraziyê. Li gorî ku me agahî wergirt, ku me têkilî bi hevalên li wir re danî û me ji hevalan pirsî. Hevalan wisa got; 'Me hişyarî kir, ku bi pêş ve neyên. Em li vir in. Lê belê guh nedan û bi pêş ve hatin. Li ser vî esasî pevçûnek çêdibe'. Windahiyên ku çêbûne, em ji xwe nizanin, pêwîstî bi lêkolîn û lêpirsînê heye. Pêşmergeyan çawa jiyana xwe ji dest dane, em bi wê nizanin. Ji xwe hinek daxuyanî jî hatin dayin ku dewleta Tirk bi xwe lê daye. Dema ku mirov li wesayita teqiyaye dinerin; xuya ye ya bi xwe di nava wesayitê de teqemenî teqiya ye, ya jî dibe ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk lê dabe. Dema ku bûyer qewimî, çend balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan. Em vê jî zanin. Ji xwe em ê ji aliyê xwe ve jî lêkolîn bikin ku çawa qewimiye. Lê mixabin pevçûnek çêbû û li wê derê windahî çêbûye. Ev cihê xemgîniyê ye.

'YA RAST EW E KU EW HÊZA LI WIR BÊ VEKIŞANDIN'

Ya girîng çi ye? Sedemên vê çi ye? Divê baş were zanîn û ji vê saetê û pê ve ti rewşeke wiha rû nede. Em zanin ku dewleta Tirk pir kêfxweş bûye. Bila gelê me yê Başûrê Kurdistanê zanibe weke Hêza Parastina Gel a Kurdistanê ti cara em ne dixwazin, ne jî di rojeva me de heye ku li hember pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê çalakiyê bikin, çeka xwe li hember rakin. Ti carî em vê yekê nafikirin. Bila ev bê zanîn. Berevajî vê hemû fermandarên me, rêveberên me bang kir ku ev pêşmerge werin li kêleka me cih bigirin, weke birayên me û em bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. Vê operasyona qirker têk bibin. Hemû bangên me ji bo vê bû. Ji bo wê hinek diaxivin, dibêjin 'êrişî ser pêşmergeyan kirin, kemîn danîn' ev hemû derew in, nerast in. Ne hewce ye em zêde li ser bisekinin. Lê belê eger berpirsyartiyeke vê hebe, berpirsyariyek van windahiyan hebe ew kesên ku ew rayedarên PDK'ê ku biryar girtine, fermandarên ku ferman dane ku vê hêzê bişînin wir. Mirov nikare berpirsyariya vê bixin stuyê gerîlayên azadiya Kurdistanê. Ji xwe bi ser hevalan ve hatine. Yanî 2 hêzên leşkerî li ser serê hev nabin. PDK jî bi vê zane. Bi salane em li ku ne, ew li ku ne, qet pirsgirêk derneketiye. Çima di vê rojê de ku êriş li ser Girê Zendûra çê dibe, li wir şer diqewime, di wê saetê de hêzeke wisa di pişt hevalan re tên şandin? Gelê me û raya giştî divê vê zanibe ku şaşitiyeke pir mezin e. Em dixwazin ku ji vê şaşitiyê bê vegerandin. Niha jî ji xwe bi destwerdana fermandariya biryargeha me hişyarî hate kirin ji hevalên li wir. Ji xwe serê sibehê bû, wê demê qet têkilî tune bû. Yekser tên ser serê hevalan, heval jî mecbûr dimînin. Piştî wê hevalan hişyarî kir, lazime şer çênebe, windahî çênebe. Bi sebrekê heval hatin sekinandin. Niha rewş wisa sekiniye. Lê belê ya herî rast çi ye? Ew hêza li wir hatiye bicihkirin paşve bê kişandin. Wekî din dibe ku hin bûyerên em naxwazin, bûyerên ku gelê Kurd pê biêşe biqewime. Ji ber ku 2 hêzên leşkerî li wir in. Em bi salan li wir in, em li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk disekinin. Niha ew jî hatine wir. Bi vî rengî çûn û sekna wan li wir zêde nerast e. Lazim e ev rewş di ber çavan re bê derbaskirin. Hem daxwaziya me ev e hem jî ya herî rast ev e. Ji bo wê bûyerê mirov dikare vê bîne ziman.

'YEKANE ARMANCA ME TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'

Pêwendî bi hevalên li wir heye. Ji xwe em ji nêz ve dişopînin. Rewş niha sakîn e. Lê belê rewş hesas e. Lazim e her kes vê zanibe, em weke Hêza Parastina Gelê Kurdistanê careke din dibêjim; yek armanca me heye: Bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ye. Êrişên nemerdane, li ser civaka me li ser xaka me, têkbirina van êrişan e. Em li tiştekî din nafikirin. Ji bo wê li Metîna, ji geliyê serê Metîna û Bêgova heta Kanî Masî gelek nuqte hatin danîn. Li ser rêyan, li kêleka rêyan, li gelek deveran PDK'ê hêzên xwe bi cih kir. Gelek astengî jî derxist ji hêzên me yên li wê derê re. Ji xwe niha li wê derê operasyon heye, wan jî rê girtine. Yanî niha gelek astengiyan datînin pêşiya me. Tevî vê yekê bi sebreke mezin, tevgera me hişyarî kir ku bila pevçûnek çênebe. Yanî hêzên Kurd li ber hev ranebin. Ti alî şerê hev neke ku kêfa dijmin neynin. Li ser vî esasî qet şer neqewimî. Niha cihê ku nû hatine cihekî cuda ye. Navbera çend nuqteyên hevalan e. Di rewşeke wiha de bi rastî pir bi êş e. Niha rewş sakîn e, em bawer dikin ku PDK wê vê rastiyê bibîne ku ev şaşitiyeke û tedbîrê pêwîst bigire.

'LI HEMAN HERÊMÊ HEM PDK BI CIH BÛYE, HEM BALAFIRÊN KEŞFÊ DIGERIN, HEM BALAFIRÊN ŞER ÊRIŞ DIKIN: EV YEK LI KÎJAN ALIYÊ KURDBÛNÊ TÊ?'

Di nava van du rojan de tim balafirên keşfê hene, ne yek, ne du. Li ser herêmê digerin. Balafirên şer jî li hin nuqteyan didin. Em vê jî zanin. Dibe ku windahiyên me jî hebin, hîn me agahî negirtine. Yanî di van êrişên balafirên şer de. Hem derdora hevalan, nuqteyên hevalan PDK'ê hêza xwe bi cih kiriye, hem balafirên keşfê li ser hevalan digerin, hem êrişên hewayî balafirên şer çêdibin. Ev yek li kîjan aliyê Kurdbûnê tê? Eger em bêjin, PDK qala Kurdîtiyê dike û bi rastî jî di vî warî de xwedî biryareke neteweyî ye, wê demê divê helwesta PDK'ê ne bi vî rengî be. Lazim e diyalogê bike, vê pirsgirêkê çareser bike.

'GERÎLA WÊ XWE BIPARÊZE, TI HÊZ NIKARE ME JI CIHÊ BERXWEDANÊ DERXÎNE'

Ne ku ewqas hêzê, çekên giran bi rê bike. Gerîla wê xwe biparêze. Em ê çi bikin? Ti hêz nikare me ji cihê berxwedanê derxîne. Ew der cihê rûmeta gelê Kurd e. Ew çiyayên ku niha gerîla lê bi cih bûye, cihê rûmeta gelê Kurd e. Gelê Kurd bi sed salan xwe li van deveran parastiye, rûmeta xwe parastiye. Em nikarin dev jê berdin. Em ê li wir bin. Em hêvî dikin ku PDK cihê ku gerîla lê ne, li wir bi pêş ve neyê. Bi pêş ve werin, wê pevçûn çêbibe. Em vê eşkere bêjin. Tevî ku em naxwazin. Tevî ku em li dijî vê ne. Bi rastî jî em dixwazin yekîtiya neteweyî çêbikin, di nava aliyên Kurd de hevgirtine çêbibe, li dijî van dijminên dagirker sekneke bi rûmet bê nîşandan. Hemû hewldanên me ev e. Em zanin ku ev pevçûnên doh qewimîn ku 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane, tevahiya dijminê gelê me, dijminê Kurdistanê niha pir kêfxweş bûye. Çima em dijminê xwe kêfxweş bikin? Heqê kê heye ku vê dike? Gelê me niha di nava berxwedanekê de ye.

'DI SERÎ DE GELÊ ME YÊ HEWLÊR, DUHOK Û AMEDIYÊ, DIVÊ XELKÊ ME YÊ BAŞÛR LI BER VAN HEWLDANAN RABE'

Doh gelê me yê Silêmaniyeyê rabû ser piyan, em wê berxwedana wan silav dikin, bi dil û can. Sekneke bi rûmet nîşan da. Em vê ji gelê Hewlêrê, Duhokê jî hêvî dikin. Di serî de Amediyê, gelê me yê Amediyê dema ku doh pêşmerge bi ewqas çekên giran û ewqas wesayitên tijî pêşmerge hate şandin, eger pêşiya wan bigirtana dibe ku ev bûyer neqewimiya. Gelê me divê xwe berpirsyar bibîne. Dibe ku rayedarên bêberpirsyar nêzîk dibin hene, dibe ku fermandarên ku fêhm nekin hene. Lê belê hestê welatparêziyê yê gelê me xurt e. Di serî de gelê me yê Amediyê, di nava têkoşîna gelê Kurdistanê de xwedî sekneke bi rûmet e di dîroka têkoşîna gelê Kurd de. Dikarîbû derketibûna pêşiya wan. Ji ber ku wê pevçûn çêbibûya. Ne tenê gelê me yê Amediyê, hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê dikarin xwedî sekneke bi rûmet be û nerazîbûna xwe nîşan bide. Ji ber ku şerê Kurd bi Kurd zerarê dide me. Zerarê dide doza azadiyê, dijminê me kêfxweş dike. Lewma gelê me bi rastî jî niha pir nerazî ye, ji van aloziyên çêdibin. Em bawerin ku wê dema pêş ev nerazîbûn zêdetir bibe.

'JI BO BÛYEREKE XEMGÎNÎ DI NAVBERA GERÎLA Û PÊŞMERGE DE RÛ NEDE, EM Ê GELEKÎ BI HESAS BIN; BILA PDK JÎ NEYÊ LÎSTOKÊN DEWLETA TIRK'

Di dawiyê de em vê dibêjin. Weke Hêza Parastina Gelê Kurdistanê em ê heta dawiyê bi hesas tevbigerin, ku di navbera aliyan de, di navbera pêşmerge û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de ti bûyerên xemgînî rû nedin. Hemû hewldanên me wê li ser vê bin. Em ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê ji her demê bêhtir xurt bikin, bila guman tune be. Lê belê di heman demê de em ji gelê xwe û hêzên PDK'ê dixwazin ku neyên van lîstokan. Ev lîstokên ku dewleta Tirk bi xwe dixwaze, bi xwe teşwîq dike, ku em li ber hev rabin ku ew jî bi hêsanî dagirkeriya xwe bimeşîne heta bigihêje tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji xwe plana wan ev e. Mirov kor be, kerr be mirov dikare bibîne, bibihîze. Bi xwe dibêjin, ku heta Qendîlê herêmeke tampon çêbike. Hemû çiyayê stratejîk ku weke cihê rûmeta gelê Kurd, cihê berxwedanê ye bigirin, piştre jî xwe berde gund û bajaran, tevahiyê dagir bike. Kesê ku bi vê planê nizanime ew di xefletê de ye. Ji xwe eşkere jî dibêjin. Niha gerîla li hemberî vê radiweste. Gerîla her roj şehîdan dide, nefes nefes hevalên me bêxew in. Bê av dimînin, bê nan dimînin. Lê belê moralê wan ti carî nakeve, timî li çeperên herî pêş in. Di nava şer de ne. Ev divê bibe rûmet û serbilindahî ji bo tevahiya civaka me, tevahiya hêzên Kurd û ji bo PDK'ê jî. Ji bo wê kiryarên cudatir, bûyera doh berevajî vê ye. Xizmetê ji hewldana dewleta Tirk a dagirker re dike. Em hêvî dikin ku ew ê ev yek bê dîtin û careke din bûyerên wisa wê neqewime. Her kes li her alî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî, ya demê bi cih bîne. Hêviya me ev e."