Fermandarê gerîla: Serketin wê ya me be

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Piling Sûrûç diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê wan gaveke bi tenê jî bi paşve neavêtine û got, "Em; gerîlayên azadiyê wê her tim xaka xwe biparêzin. Serketin wê ya me be."

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Piling Sûrûç êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê nirxand ku ji 23'ê Nîsanê ve dewam dikin.

Fermandarê gerîla anî ziman ku armanca dewleta Tirk ew e ku bi hinceta PKK'ê mîna dîktator Saddam gelê Kurd qir bike, xaka Kurdan dagir bike û destnîşan kir ku wê vê operasyona nû ya dagirkeriyê bişikînin.

Sûrûç got, "Em di meha Gulanê de ne. Di serî de di kesayeta hevalê Hakî Karer û heta şehîdê dawî em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Soza ku me dane em ê bi biryardariyeke xurt, bi îdîayeke xurt bikaribin şopdarê wan bin. Li ser têkoşîna ku wan dane avakirin ev tevgera hatiye vê astê. Ji ber ku tevgera PKK'ê tevgera şehîdan e, bi şehîdan ava bû. Ji bo wê jî em hertim deyndarê wan in. Em ê karibin li doza wan xwedî derkevin û têkoşînê bilind bikin."

'EM ZANIN KU DIXWAZIN WELATÊ KURDAN DAGIR BIKIN'

Fermandarê gerîla bal kişand ser operasyonên dawî yên dagirkeriyê û ev nirxandin kir:

"Ji xwe ev demeke dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kiriye. Weke Pêngava Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Zagrosê berxwedana li dijî dagirkeriyê Tirkiyeyê tê meşandin. Em baş zanin ku dewleta Tirk bi kîjan şêwazî dixwaze vî şerî bimeşîne û bi ser tevgera gelê Kurd ve were û welatê gelê Kurd dagir bike.

Bêguman di zivistana derbasbûyî de, meha Çileyê civîna Konseya HPG'ê hate lidarxistin. Di civîna konseyê de jî nîqaşên berfireh hatin kirin, ku rojeva Tirkiyeyê di paşerojê de wê ji bo operasyon û dagirkeriyê çi ji wan bê xwestin wê bikin. Li hemberî vê operasyon û dagirkeriyê, bêguman di nîqaşên li civîna HPG'ê de di warê bersivê, plan û taktîkê de di gelek mijaran de nîqaş hatin kirin. Em ne ku ji vê re ne amade bûn. Ne ku nizanîbûn ku dewleta Tirk wê kengî êriş bike, yan jî wê bi çi şêwazî were. Me li ser van ji berê ve nîqaş dikir. Bêguman em jî ji vê re amade bûn. Ji xwe piştî civînê operasyona yekemîn li herêma Garê dan destpêkirin. Li Garê operasyona hate destpêkirin, perspektîf û nîqaşên ku di encama civîna Konseya HPG'ê de derketin holê bi pêşengiya fermandar hevrê Şoreş Beytuşebap de li dijî operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyeyê, ruhê ku hate nîşandan, serketina ku hate bidestxistin ev ji bo Tirkiyeyê bû şikandinek. Ji xwe weke operasyona Zapê, çawa ku gotin 'me mû ji nava rûn kişand' di operasyona Garê de jî weke ku xwe serketî nîşan bidin gotin 'me operasyona xwe bi serketî bi dawî kir'. Di encamê de operasyon şikest. Bêguman ruhê Apoyî, berxwedan û nîqaş û perspektîfên ku hatin kirin bû sedem ku ev operasyon bişikê.

'ŞEREKÎ PSÎKOLOJÎK Ê KU XWE DISPÊRE TEKNÎKÊ DIMEŞÎNIN'

Îro jî em lê dinerin; li ser herêmên Metîna, Zagros û Zapê, bi giştî li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê komployek tê meşandin. Bi berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê, bi berxwedana hevrêyên li zindanan û hevalên li çiyê li dijî vê komployê li ber xwe didin, kiriye ku dewleta Tirk ji gelek aliyan ve tengav bibe. Ji ber ku berê jî nîqaşên vê hate kirin. Rojeva dewleta Tirkiyeyê rojeva şer e. Êrişên ku niha li Zap, Metîna, Avaşînê tê meşandin beşek ji vî şerî ye ku sala derbasbûyî li Heftanînê dest pê kir.

Di Cenga Heftanînê de çawa ku dewleta Tirk hate tengavkirin, îro jî bi Cenga Xabûrê û Cenga Bazên Zagrosê ev berxwedan îro jî ji her alî ve tê meşandin. Şerê ku îro dewleta Tirk dimeşîne şerê bi teknîk, psîkolojîk e. Yanî hemû propagandaya wan li ser vê tê meşandin. 

Em jî vê baş zanin û gelê me jî baş zanin, şerê me yê li dijî dewleta Tirk ne tenê şerê îro ye. Ev dikeve sala 37'an ku şerekî çekdarî li dijî dewleta Tirkiyeyê tê meşandin.

'DI NÛBÛN Û GUHERÎNÊ DE EM GELEKÎ BI PÊŞ KETIN'

Eger em bi taybetî balê bikişînin ser Cenga Xabûrê: Li herêma Metînayê, li Zinarên Kêste, li Girê Zendûra şerekî xurt tê meşandin. Heta niha me bi gavekê jî ji qadên xwe, ji girên xwe paşve neavêtiye. Bila her kes vê zanibe, bila gelê me û gelên Tirkiyeyê jî vê zanibe, propaganda ku tê kirin propagandaya şerê psîkolojîk e. Dewleta Tirk îro şerê bi teknîkê dimeşîne. Em leşkerên wan jî dibînin. Ew leşker bi teknîkê li wan giran disekinin. Eger ne ji teknîkê be ew leşker nikarin li wan giran bisekinin. Heta her şêwazê teknîkê bi kar tîne ji bo karibe wan leşkeran li wan giran bidin sekinandin.

Berevajî propagandayên ku dijmin dike, di şerê 16-17 rojan de tenê doh 2 hevalên me bi çalakiyê çûn şehadetê. Heta niha şehadetek me di Cenga Xabûrê de dane nîne.

Erdogan û Bahçelî tevî Hûlûsî Akar bi propagandayê hewl didin nîşan bidin ku qaşo şer dimeşînin û îdîa dikin ku wê PKK'ê xilas bikin. Xilaskirina PKK'ê ne pêkane. Bi dehan hikumet hatin û çûn, bi dehan general hatin û çûn lê PKK her tim ji berê xurtir li ser lingan ma.

Li dijî teknîka ku li hemberî me bi kar tînin, bêguman taktîkên me jî hene. Çiqasî wan teknîk bi pêş xistin, me jî di warê nûbûn û guhertinê de pir tişt bi pêş xistin. Di pratîk û şerê xwe yê îro de em van nîşan didin, gelê me jî vê dibîne.

'PKK'Ê DIKIN HINCET, ARMANC QIRKIRIN E'

Ez dixwazim vê yekê bêjim, ku her kes zanibe. Bêguman gelê me yê başûr jî divê zanibe, bi taybetî gelê me yê li herêma Metînayê divê bi vê zanibe. Eger em îro behsa qada Metîna, Girê Zendûra, Zinarê Kêste û herêma Hurorê dikin, li van qadan bi sedan sal her kevirek, her bihostek xaka me, mirovên me lê xwîn rijandine. Ji bo em vê axê biparêzin. Li van deveran her tim ceng hatiye meşandin. Eger îro dewleta Tirk li dijî vê xakê êrişên dagirkeriyê dike, bila gelê me baş zanibe ku mesele ne tenê PKK ye, mesele ne gerîlayên azadiyê ye. Çawa ku dîktatoriya Saddam li hemberî gelê me yê başûr, li hemberî pêşmergeyên me yên başûr qirkirin da destpêkirin, îro heman tişt bi dîktatoriya Erdogan re heman qirkirina gelê Kurd dikin. Ji bo vê jî PKK'ê ji xwe re dikin hincet.

Bihost bihost xaka me, daristanên me dane ber topan, dişewitînin. Bila her kes vê bibîne. Eger ev neyê dîtin û nerazîbûn neyê nîşandan bêguman wê di heman demê de dewleta Tirk, dagirkeriya Tirkiyeyê wê her tim ji vê cesaretê bigire, wê bixwaze bi vî şêwazê qirkirinê her tim tevbigere.

Lê belê em weke gerîlayên azadiyê, şervanên tevahiya gelê Kurd em îro li vir xwedî berpirsyariyê ne. Em ê vê xaka xwe her tim biparêzin û her tim wê dewlet Tirk a dagirker wê van şervanên azadiyê yên fedayî li hemberî xwe bibîne.

'EM Ê VÊ OPERASYONÊ JÎ BIŞIKÎNIN'

Ji bo wê jî ew tengaviya wan ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Çiqas progaganda were kirin û bi rêya medya şerê psîkolojîk bê meşandin jî ev nikarin bandorê li me bikin. Rastî li ber çavan e. Xwezî herkes bihata vê derê û bidîta ku ev şer çawa tê meşandin, şerekî çawa tê meşandin û rastiyeke çawa heye. Îro eger hinekan xwe bêdeng kiribe jî ew bêdengî ji bêmesûliyeta wan tê. Mirov dikare bi vî rengî binav bike. Li ber çavan qirkirina gelê Kurd û welatê Kurdistanê tê dagirkirin. Yên ku li pêşiya pêkhatina xeyalên Osmaniyan dibin asteng, gerîlayên azadiyê û şervanên gelê Kurd e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê operasyonê jî bişikînin û her tim ev îdîa û baweriya me ye.

'DIVÊ GELÊ ME NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE'

Ez dixwazim bi taybetî bang li gelê me yê herêma Metînayê bikim. Divê kesek gundê xwe bernede, malên xwe bernede. Her çiqas dewleta Tirk zexta vê bike, her çiqas hin hêzên cuda vê yekê ferz bike jî valakirina her malekê, her gundekî; vaye Efrîn, Serêkaniyê li ber çavên me ye. Dagirkeriya Tirkiyeyê kî li wan deveran bi cih kir? Çeteyên xwe bi cih kir. Bila miletê me jî vê zanibe. Ya girîng ew e ku vê nerazîbûnê nîşan bide, hestên neteweyî derkevin pêş. Eger piştevaniya gelê me ji bo gerîla, ji bo şervanên azadiyê yên gelê Kurd bê çêkirin wê rojek zûtir ev dagirkerî têk biçe. Em li ser vî esasî bang li gelê xwe yê Metîna dikin, ku em jî bawerin û hêviya me heye bi wî wêrekî û hestên neteweyî wê karibin li hemberî dagirkeriyê bi şêwazên serîrakirinê û şermezarkirinê, li kêleka gerîla cihê xwe bigirin û bi rola xwe rabin. Ez dubare bêjim, bi ruhê Şêladizê.. Şêladizê di dîrokê de di salên derbasbûyî de rola xwe lîst. Ez bawerim dikim ku Bamernê, Amediyê, Bêgorna jî wê xwedî li rol û mîsyona xwe derkevin. Di encamê de axa ku tê dagirkirin axa Kurdistanê ye. Ne axa Tirkiyeyê ye, axa Kurdistanê tê dagirkirin. Eger îro li vir şerek tê kirin, şerê parastina Kurdistanê ye, şerê parastina xaka xwe ye. Bila miletê me jî bi vê zanibe, bi taybetî ciwanên me yên li van herêman, di heman demê de tevahiya ciwanên gelê Kurd divê cihê xwe li kêleka gerîla û di nava vê pêngav û cengê de bigirin.

'STRANA HESEN ŞERÎF JI BO ME CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ YE'

Hunermend Hesen Şerîf bi hestên xwe, bi daxuyaniyên xwe hunermendekî mezin e. Di heman demê de ji vê herêmê ye, ji gundê Kêste ye. Gundê Kêste her roj tê şewitandin, her tê topbarankirin. Ev hunermendê me bi bangawaziya xwe, bi daxuyaniya xwe, bi strana ku li ser Cenga Zinarên Kêste û Zendûra daye çêkirin ji bo me kêfxweşiyeke. Em bawer dikin ku ev hest wê hîn zêdetir bilind bibin, hîn zêdetir di hestên neteweyî de hemû hunermendên me divê bi rola xwe rabin. Huner jî hunereke şer e. Dibe ku gelek siyasetmedar îro li pey qoltixa xwe ketine, bi desthilatdariya xwe ve mijûl in. Lê belê hunermendên me divê rola xwe zanibin ku yê êşa gelê Kurd, hestên gelê Kurd, coşa gelê Kurd tîne ser ziman hunermendên me ne. Hunermendên me jî divê di vî milî de hevgirtî bin û hestên neteweyî hîn zêdetir derxînin pêş û li tenişta gerîlayên azadiyê û şervanên azadiyê cihê xwe bigirin.

'BI GAVEKÊ JÎ WÊ NIKARIBIN BI PÊŞ VE BÊN'

Li Zendûra ev e 16 roj in berxwedana ku li wir tê meşandin, bi hemû hêz û teknîkê tê meşandin. Li van qadan hemûyan gaveke bi tenê jî me paşve gav neavêtiye. Bila dewleta Tirkiyeyê vê baş zanibe. Wê ev têkoşîn dewam bike, wê nikaribin me bi paş ve bibin. Wê bi hêsanî nikaribin li wan deveran bisekinin. Ji xwe cihê ku hatine lê sekinîne, cihên ku gerîla lê tune bûn, hatin li wan cihên vala sekinînin. Îro ew cihê vala jî zozanên gel in, zozanên milet in. Yên ku pezê xwe, sewalên xwe dibin zozanan. Ew devera hatiye dagirkirin. Li ser vê jî îdîa dikin ku wê giştî dagir bikin, lê belê gerîlayên azadiyê li pêşiya wan berxwedan û şerê ku dike dibe asteng. Em di wê baweriyê de ne ku ev serketin wê ya me be, ev îdîa me jî heye; em ê bi ser bikevin.

BANGA LI PÊŞMERGEYAN

Ez bang li pêşmergeyên Kurdistanê jî dikim. Pêşmerge ji aliyê gotinê ve tê wateya fedayiyên Kurdistanê. Fedayiyên gelê Kurd in. Îro şervanê azadiyê jî bi şêwazê fedayiyane li her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Divê pêşmergeyên Kurdistanê jî vê rol û mîsyona xwe bibînin. Ew jî divê li kêleka gerîla cih bigirin. Dagirkeriya ku tê kirin, şerê ku tê kirin tenê ji bo gerîla, ji bo şervanên azadiyê nîne. Ji ber ku em şervanên gelê Kurd in. Eger pêşmerge jî weke peyv wateya xwe fedayiyên gelê Kurd be divê pêşmerge jî li kêleka gerîla cih bigirin. Lewma em bang li pêşmergeyên Kurdistanê jî dikin. Yê ku nekarî li kêleka gerîla cih bigire bila astengiyê ji gerîla re dernexe. Li ser rê dibe, li qadan dibe bila nebin asteng. Hinek gir hatine girtin, bila nebin amûrê vî şerî. Em dixwazin dagirkeriya Tirkiyeyê ber bi şikandinê ve bibin, lê bila ew bi warê îstîxbarat, dîmen, bi astengkirina cihên gerîla, xetên gerîla, rêyên gerîla bila nebûn amûr ji vî şerî re. Lewma divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Em bawer dikin, eger pêşmerge jî, gerîla jî şervanên azadiyê jî eger em mil bidin milê hevdu, ji xwe hêviyên dayikên Kurdistanê ji me ev e ku rojekê zûtir gerîla û pêşmerge mil bi mil li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin û welatê xwe azad bikin. Û li welatê xwe hemû civak, hemû netewe, hemû ziman bi hev re bi biratiyê bijîn. Ji vê derê em hemû hevalên li qadan li ber xwe didin, bi taybetî berxwedana Bazên Zagrosê weke Berxwedana Cenga Xabûrê silav dikin. Serketin ya me ye."