Ferec: Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Apo û PKK’ê ve girêdayî ye

"Azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirkiye û Tirkiye jî tê wateya azadî û demokrasiyê. Azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ye ve girêdayî ye."

Li Silêmanî 29’ê Çileyê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hate ragihandin.

Piştî ragihandina Kampanya Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Başûrê Kurdistanê her diçe piştevaniya siyasetmedar, rewşenbîr, hûnermend, oldar û çavdêrên siyasî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de Nivîskar û rojnamevan Letîf Fatîh Ferec ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û êrîşên qirker ên dewleta Tirk û bêdengiya welatên rojavayî.

‘KARÊ JI BO DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ ERKEKÎ EXLAQÎ Û MIROVÎ YE’

Rojnamevan Fatîh Ferec piştevaniya xwe ya ji bo kampanya ‘PKK ji lîsteya terorê derxînin’ ku li seranserî cîhanê hatiye destpê kirin ragihand û got: “Piştevaniyeke cîhanî ji kesayetên naskirî ji bo kampanyê heye. Karkirin ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, erkekî exlaqî û mirovî ye.”

‘TIRKIYE TEROR E’

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser mijara ‘terorê’ û ev nirxandin kir: “Teror dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk qetlîam û komkujiyan dike, dewleta Tirk qirikirinê li ser Kurdan dike. Tirkiye di dîrokê de tim xwestiye neteweyên derveyî Tirkiye qir bike û qir kiriye. Tirkiye nûnertiya NATO dike, nûnertiya bê edaletî û sûcên mezin ên dîrokî dike.”

 ‘GELEK JI BO AZADIYA XWE TÊKOŞÎN DIKE, XISTIN LÎSTEYA TERORÊ’

Rojnamevan Fatîh Ferec wiha domand: “Qirkirina xelkê, çand, ziman, xak û guherîna welat jenosîd e; terora navneteweyî ye. Dema rêxistin an jî komek jib o azadî, ziman, çand, cilûberg, azadî netewî, helbest û mûzîkê dixin nava lîsteya terorê. Dewletên Rojavayî bêexlaqiyek mezin li gelê Kurd kir ku kar ji bo azadiya xwe dikin.”

‘DIVÊ EM HEMÛ VÊ ŞAŞTIYA DÎROKÎ RAST BIKIN’

Fatîh Ferec bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û rexne li welatên Rojava kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk li zindanê mirovan qetil dike, êşkence dike. Bajarên Kurdan wêran kir, ziman û mûzîka Kurdî qedexe dike. Li ber vê dewletên Rojava bêdeng in. Ji bo wê erka me hemû mirovan vê şaştiya dîrokî rast bikin, divê her kesê xwedî fikir, rewşenbîre kar bike ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

‘ÇIMA TIRKIYE NE TEROR E, PKK TEVGEREK AZADÎXWAZE TEROR E’

Nivîkar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec anî ziman ku bê şerefiyeke mezin e ku heta niha hê jî PKK’ di ‘lîsteya terorê’ de ye û got: “Gelo Tirkiye ewqas qirkirin, çekên kîmyawî bikar tîne, çima ne terorîst e. Bêrûmetiyeke mezin e ku PKK tevgereke azadîxwaze li lîsteya terorê ye. Tirkiye her roj li ser nave Îslam komkujî dike, rojek li ser navê tiştek din qirkirinê dike, çima ne terorîst e.”

‘AZADÎ Û DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE BI AZADIYA RÊBER APO Û PKK’Ê VE GIRÊDAYÎ YE’

Fatîh Ferec anî ziman ku erkekî mirovî û exlaqî ye divê hemû rewşenbîr û fîlozof piştevaniyê bide kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û got: “Azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirkiye û Tirkiye jî tê wateya azadî û demokrasiyê. Azadî û demokratîkbûna Tirkiye bi azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ye ve girêdayî ye.”