Felah Selah: Derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê erkekî exlaqî û mirovî ye

Çavdêrê Siyasî Felah Selah jî piştevaniya xwe ya bi kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê nîşan da û got: “Divê welatên Ewropayê dawî li nêzîkatiya xwe ya durû bîne, PKK’ê ji lîsteya terorê derbixîne."

Piştî ragihandina Kampanya Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li Başûrê Kurdistanê her diçe piştevaniya siyasetmedar, rewşenbîr, hûnermend, oldar û çavdêrên siyasî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê zêdetir dibe.

‘JI BER HEBÛNA KURDAN HATIYE AVAKIRIN’

Çavdêrê siyasî Felah Selah ê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyê anî ziman ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser derketina PKK’ê û got: “Ji ber sedemên siyasî û dîsa tinehesibandina hebûna Kurdan li Tirkiye û herêmên Kurd lê PKK hate avakirin. Eger ku çav li dîroka PKK’ê bê nêrîn, ji roja ava bûyî heta niha parêzvanî ji bo mafê mirov û xwezayê kiriye.”

‘PKK NE TEROR E, DIJÎ TERORÊ YE’

Çavdêrî Siyasî Felah Selah bal kişand ser eleqeya gelan a ji bo PKK’ê û têkoşîna wê ev nirxandin kir: “PKK bûye tevgereke cîhanî, asta herêmî derbas kiriye. Divê li gorî vê nêzîkatî bê nîşandan. Eger em têkoşîna PKK’ê û nêzîkatiya dewleta Tirk bînin beramber hev, em ê bibînin bê ka kîjan teror e. Dewleta Tirk teroreke dewletî li ser gelê Kurd dike. PKK ne teror e, dijî terorê ye.”

‘DIVÊ TIRKIYE LI GEL PKK’Ê RÛNE’

Selah diyar kir ku divê Tirkiye li gel PKK’ê rûne ser maseyê diyalogê û got: “Dema em li dîrokê dinêrin û ezmûnên berê derdikeve holê ku çi dibe bila bibe dawî divê Tirkiye li gel PKK’ê rûne ser masê guftugoyê. PKK nûnerên Kurdên Bakurê Kurdistanê ye. Eger aştî pêk were û PKK jî lîsteya terorê bê derxistin, mafê gelê Kurd bê dayîn, aramî û demokrasî li Tirkiyeyê jî pêk tê.”

‘DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ ERKEKÎ EXLAQÎ Û MIROVÎ YE’

Herî dawî Çavdêrê Siyasî Felah Selah bal kişand divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û wiha domand: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erkê hemû rewşenbîr û azadîxwazane, piştgiriya kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bike. Li gorî min ev yek berî erkê mirovî erkekî exlaqî ye. Ji bo wê divê hemû kes xwedî rol bin ku bikare zextekê çêbike, ji ber ku ev yek di berjewendiyê hemû gelên herêmê de ye.”