Federasyona Penaberan a Iraqê êrîşên li ser Mexmûrê şermezar kir

Federasyona Penaberan a Iraqê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê da.

Federasyona Penaberan a Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da. Federasyona Penaberan a Iraqê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê bi tundî şermezar kir û got:“Di demeke ku dewleta Tirk êrîşên li dijî mirovahiyê pêk dianî, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan hatin cem hev. Ji bo Barzanî şerm e ku bi Erdogan re were ba hev. Li ber çavê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê êrîş hatin kirin. Lê belê li hemberî êrîşan gavek pratîkî jî nehat avêtin û tu bertek jî nehat nîşandan.

Ji ber hevkarî û sûcên partiyeke sereke ya siyasî, penaberên ku ji êrîş û şer direvin rastî êrîşan tên. Êrîşên li dijî penaberan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Em wek Federasyona Penaberan a Iraqê, hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji parastina penaberan berpirsyar dibînin û em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku van êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar bikin û ji bo parastina maf û jiyana penaberên Wargeha Mexmûrê zextê li welatên Ewropayê bikin."