Federasyona Girtiyên Siyasî: Şehîd Rêzan Cavîd ji bo xaka Kurdistanê timî amade bû xwe feda bike

Federasyona Girtiyên Siyasî ji bo bîranîna Şehîd Rêzan Cavîd daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku şehîd Rêzan mînaka kesayetiya şoreşger bû.

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê bi boneya şahadeta Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Şehîd Fermandarê Bilind ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd mînaka kesayetiya şoreşger bû. Ji bo xaka Kurdistanê timî amade bû xwe feda bike.”

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û ji malbata Şehîd Rêzan Cavîd re sersaxî xwest.

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê bi boneya şahedeta Rêzan Cavîd ragihand ku di çarçoveya kongreya neteweyî ya Kurdistanê de, yekbûna nava mala Kurd ji bo dagirkerên Kurdistanê bersiva herî başe.

Di bombebarana balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a roja 6’ê Tebaxa 2022’an a li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo de, 4 kes şehîd bûn û hinek birîndar bûn, yek ji wan Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bû ku bi armanca pêşxistina kar û xebatên neteweyî çûbû Rojavayê Kurdistanê.