Fayîq: Li Başûr çapemeniya azad gelek lewaz bûye

Seroka Parlementoya Başûr Rawez Fayîq diyar kir ku li Başur çapemeniya azad hatiye lewazkirin, çapemeniya ku sûcên hikûmetê jî nixumandin bihêztir bûye.

Şaxa Metro ya Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanî ya Başûrê Kurdistanê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojanamevanan a sala 2020’ê eşkere kir.

Seroka Parlementoya Başûrê Kurdistanê Rewez Fayîq a tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû got: “Çapemeniya partiyan heye, gel vê dibîne û nas dike. Li aliyê din çapemeniyên ku xwe weke çapemeniya azad didin nasîn û ji aliyê partiyan ve tên destekirin û bi nêzîkbûna wan tê zanîn, hewl didin nelirêtiyê binixûmînin, propagandaya wan dikin hene. Gel van pir nas dike û dizane. Dîsa çapemeniya azad heye, ya çav û guhê gel in. Lê niha di demê xwe yê herî lewaz de ye. Bi taybet hate lewazkirin, li şûna wan yên ji aliyê partiyan ve tên destekkirin bihêztir bûn.”

Fayîq wiha domand: “Hikûmeta me biryarên li dijî qanûnê digire. Ji ber wê çapemeniya azad berî bi 3 salan hê zêdetir lewaz bûye. Binpêkirinên mafan ên Metroyê eşkere kirî, dide nîşandan ku çapemeniya azad nemaye.”