Faşîstan êrîşî meşa dirêj kirin-HAT NÛKIRIN

Faşîstên Tirk, di dema bêhnvedana ji bo xwarinê de êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kirin. Komîteya Amadekar jî li dijî êrîşa faşîstan bang li hemû ciwanên Kurdistanî kir, ku beşdarî meşê bibin.

Faşîstên Tirk, di dema bêhnvedana ji bo xwarinê de êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kirin. Faşîstên ku bi 10 wesayîtan hatin, tekbîr anîn û hewl dan ciwanan bikişînin nava provokasyonê.

Li hemberî êrîş û provokasyona faşîstan, ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bersivê didin.

Di bûyerê de 10 faşîst û meşvanek hatin binçavkirin.

Polîsên Elman nasnameyên ciwanên Kurdistanî ji wan distînin.

Komîteya Amadekar jî li dijî êrîşa faşîstan bang li hemû ciwanên Kurdistanî kir, ku beşdarî meşê bibin.

...