Ewûstûryayê gelek sembol û ala qedexe kir

Wezareta Karê Navxweyî ya Ewûstûryayê, alaya PKK’ê jî di nav de gelek sembol û ala qedexe kir.

Wezaretê têkildarî sembolên qedexekirî giştînameyek weşand û di giştînameyê de alaya PKK, sembolên Hamas, Hîzbûllah û Birayên Misilman û nîşaya nijadperest a dewleta Tirk sembola ‘Gurê boz’ jî heye.

Pêşnûme qanûna têkildarî sembolan beriya niha li meclîsê hatibû qebûlkirin. Di giştînameyê de alaya KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên organîzasyonên Kurd cih nagire. Qedexe wê ji 1’ê Adarê ve were pêkanîn.

Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê nerazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kirin ku wê qedexeya têkildarî alaya PKK’ê bibin dadgehê.