'Kamp ne ewle ne, vegerin Şengalê'

Meclîsa Gel a Xanesorê bang li civaka Êzidî kir ku ji bo Axîn a 6 salî rabe ser piyan û ji bo xelkê koçberbûyî jî got, "Ewlehî ne li Ewropayê ne jî li kampan e. Ewlehî li Şengalê ye."

Kampên Başûrê Kurdistanê yên Şengaliyên koçberbûyî lê dimînin, bi kuştinê, her wiha bi şewitandina konan her tim di rojevê de ye. Herî dawî Farûk Mîrza û keça wî ya 6 salî yên li kampa Çemîşko ya Zaxoyê destpêka meha Tebaxê hatin qetilkirin. Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê li ser mijarê û bûyerên li kampên Başûrê Kurdistanê diqewimin daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Axîn re hate xwestin û ji hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hate xwestin ku kiryarên bûyerê ceza bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bûyera vê dawiyê qewimî ya yekemîn nîne ku li Başûrê Kurdistanê rû dide û hate gotin, "Herî dawî Axîna 6 salî û bavê wê hatin kuştin. Bûyerên bi vî rengî ne bi destê kesekî bi tenê têne kirin."

Di daxuyaniyê de işaret bi pêwendiya kiryaran bi rêveberiya herêmê re hate kirin û hate ragihandin ku ji ber vê yekê sûcdar nehatiye cezakirin.

Di dewama daxuyaniyê de siyaseta PDK'ê ya li dijî Êzidiyan hate bibîrxistin û hate gotin, "Hikumeta herêmê nikare parastina gelê kampa bike û nahêle vegerin Şengalê. PDK’ê ne parastina wan dike ne jî rê li ber wan vedike. Gelê ku ji ber fermanê koçberî wan dera bûne nikarin parastina wan bikin. Gelê me yê kampa ne durî van bûyerane, her roj bi bûyerek din bi serê wan ve tê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel bi taybet civaka Êzidî hate kirin ku li hember vê bûyerê bêdeng nemîne û hate gotin, "Pêwîste gelê me yê kampa jî rabin ser xwe. Banga me li tevahiya gelê me ye ku li ber van bûyeran rabin. Ji bo gelê me yê koçber dibin jî ewlehî cihên diçin nîne. Li Ewropa jî, li kampan jî gelê me têne kuştin. Lewma divê vegerin ser xaka xwe. Banga me li gelê me yê Êzidî heye ji bo Axîna 6 salî rabin ser xwe."