Evdille: Nûçegihanên niştimanê mêtingerbûyî nikarin bêalî bin!

Rêveberê Weşanê ya Kurdistan Nû û Berpirsê Çapemeniyê yê YNK’ê Stran Evdile got, divê Kurd li dijî dagirkirina Efrînê yek bin û nûçegihanên Kurd vê pêvajoyê nikarin bêalî bin.

Rêveberê Weşanê yê Kurdistan Nû û Berpirsê Çapemeniê yê YNK’ê Stran Evdille got dema ku mijar Kurdistan be hemû dagirker cêwiyê hev in û li dijî vê dive Kurd a xwe bikin yek. Evdile wiha bi nav de çû: "Dibe ku problemên her beşên Kurdistanê cihê xuya bikin. Lê dagirker wiha nanerin. Dema ku mijar Kurd bin yek dibînin û li dij radiwestin. Nexasim dewleta Tirk ku mezintirîn parçeyê Kurdistanê dagir kiriye, ji damezirîna komarê ve çi dema ku Kurd ber bi avakirina statûyekê ve diçin polîtîkaya xwe li ser tinekirina vê av kiriye û niha jî wiha dike."

‘BI REFLEKSA NETEWEYÎ DIVÊ PARASTINA KURDISTANÊ WERE KIRIN’

Evdille li dijî hewldana dagirkirina Tirk a li ser Efrînê diyar kir, dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê dike û wiha êrîşê bi ser Efrînê de tîne û got, "dema ku mijar hêzên dagirker bin divê bi refleksa netewî hêzên Kurd (gerîla, pêşmerge) werin cem hev û bikarin parastina niştiman bikin. Hêzên Kurd û partiyên siyasî yên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê divê bi vê helwestê bin."

‘PEYWIREKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ NÛÇEGIHANAN’

Evdiile got di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê êrîşên dagirker tînin peywireke girîng dikeve ser saziyên çapemeniyê yên Kurdan û got, "Di rewşeke wiha de ku polîtîkayên mêtinger û dagirkeran yek e divê karê nûçegihanên Kurd ne tenê çêkirina nûçeyan be. Divê nûçegihanên Kurd bi awireke dîrokî bin. Heke nûçegihanek ji dîrokê fêhm neke nikare li ser rojane bibe xwedî şîroveyên kûr. Zehmet e ku di hin mijarên netewî de nûçegihan bêalî bin, ji bo vê jî divê xwedî hişmendiyeke netewî bin. Di rewşeke wiha de ku li ser me ev çend zext û zordarî hene, nûçegihan ka çawa dikarin bêalî bixebitin?"