Ev 4 roj in cenazeyê Tîlaver nadin malbatê

Cenazeyê Haşem Tîlaver ku ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin, ev 4 roj in nadin malbatê.

Roja 2’ê Tebaxê li gundê Belasor ê navçeya Bazîd a Agiriyê ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê ye, leşkerên Îranê gule li bazirganan reşandibû û ciwanê bi navê Haşem Tîlaver giran birîndar bûbû. Tîlaver demeke dirêj birîndar bû piştre bi ambûlansa ku ji bajarê Qelenî yê Îranê hatibû, dema rakirin nexweşdayê jiyana xwe ji dest dabû. Ev 4 roj in cenazeyê Tîlaver nadin malbata wî.

Birayê Haşem Tîlaver Bûrhan Tîlaver got ku ev 4 roj in ji bo wergirtina cenaze li Îranê tên rawestadin û bi paşxistina karên burokrasiyê cenaze nagrin. Tîlaver got; “Ev 4 roj in em li vir rawestiye û ji bere dibêjin ‘biçin vir, biçin vir”. Em ji bo raporê ji bijîşk bigrin serlêanê dikin lê rapora ku 5 deqan derbixe piştî 2 rojan dide. Em dixwazin berî demekê cenaze bigirn û veşêrin.”

Li gorî agahiyan 4 ciwanên ku li gel Tîlaver hatibûn destgîkirin li dadgeha Îranê tên darizandin û wê radestî Tirkiyeyê bikin.