Dezgehdarên Hewlêrê li dijî biryara 'kêfî' rê li çûn û hatinê girtin
Li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, gelek dezgehdaran nerazîbûn nîşanî biryara guhertina cih dan ku li dijî peymanê hatiye dayin û ji bo vê daketin qadan.
Li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, gelek dezgehdaran nerazîbûn nîşanî biryara guhertina cih dan ku li dijî peymanê hatiye dayin û ji bo vê daketin qadan.
Dezgehdarên Hewlêrê dijî biryara Şaredariyê ya ji bo girtina cihên xwe yên firotina zebeş û hêkan, çalakiyek lidarxistin. Dezgehdaran rêya sereke ya Musil-Hewlêr li trafîkê girtin. Dezgehdaran ragihandin ku li gorî peymana di navbera wan û aliyên peywendîdar de, divê heya sala 2038, cihê wan nehatiba guhertin, ji bo vê jî pereyê xwe jî dane.
Dezgehdar dibêjin tevî wana pereyê xwe jî razandine, biryara girtin û guhertina cihê wan hatiye dayîn.
Dezgehdaran ji ber ku rê li trafîkê girtin, di navbera wan û hêzên PDK’ê de alozî çêbû. Çekdarên PDK’ê gule bi ser wan der barandin. Esnaf dibêjin heya biryar neyê hilweşandin, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.