Esnafan dar danî, şaredariya AKP'ê dar ji ra hilkirin

Şaredariya AKP'ê ya Riha Eyyûbiyê darên ku esnafan danîn ji ra hilkirin.

Şaredariya Eyyûbiyê ya Rihayê ya AKP'ê 15 darên ku esnafan li kuçeya 68'an a taxa Kadikendî ya Sîteya Sinayî ya Evrenê danîbûn ji ra hilkir û bir.

Esnafan diyar kirin ji zû ve ye ew ji şaredariyê dixwazin ku li dora dikanan daran deynin lê piştî ku daxwaza wan bi cih nehatiye wan bixwe 15 dar danîne.

Ji esnafan Sedat Aslan ê ku dar danî got şaredariyê bêyî ku hincetekê nîşan bide darên ku wan danîne ji ra hilkirine.

Aslan got, ''Bi derfetên xwe me 15 dar danîn û ew gihandin. Şaredariyê ji bo ku 15 daran ji ra hilkin 15 wesayit û 50 zilam şandin. Dar ji ra hilkirin, bi ser de bi kepçeyan herfiyat li şûna daran valakirin. Ji qedexeyan sûd wergirtin û hatin ev der serûbin kirin.''