Eşkere bû ku MÎT'ê li Awûstûryayê plana sûîqestê kiriye

Eşkere bû ku rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT), li dijî siyasetmedara Kurd Berîvan Aslan û siyasetmedarên Awûstûryayî plana sûîqestê kiriye.

Beriya çend rojan kesê bi navê Feyyaz O. radestî polîsên Awûstûryayê bû û got, "Ez wezîfedarê MÎT'ê me û ji bo sûîqestan li vir im."

Kesê navborî ku polîsan û îstîxbaratê lêpirsîna wî kir, ragihand ku wî li dijî parlamenterên berê yên Partiya Keskan Berîvan Aslan û Peter Pîlz û parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) yê li Parlamenta Ewropayê Andreas Schîede plana sûîqestê dikir.

Îfadeya destpêkê ya Feyyaz O. û plana sûîqestê ya tê îdîakirin ku MÎT'ê kiriye, destpêkê li malpera înternetê ya bi navê www.zackzack.at hate weşandin ku Pîlz xwediyê wê malperê ye.

Di nûçeyê de hate ragihandin, kesê navborî 15'ê Îlonê teslîmî hêzên ewlekariyê bû û piştre polîsan du telefonên mobîl ên wî kesî tespît kirine. Di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku li wan telefonan peyamên wî kesî yên bi MÎT'ê re hatine dîtin.

Li gorî agahiyan, Feyyaz O. di îfadeya xwe ya destpêkê de navê Berîvan Aslan eşkere kiriye, pişte di îfadeya duyemîn a 21'ê Îlonê de jî Peter Pîlz jî di nav de navê 4 kesan eşkere kiriye ku plan dikir li dijî wan sûîqestê bike. Polîsan li ser vê yekê agahî dan Pîlz û siyasetmedarên din û pêşniyar li wan kir ku polîsên parastinê ji bo wan wezîfedar bikin.

Siyasetmedara Kurd Berîvan Aslan vê sibehê ji televîzyona Medya Haberê re axivî û anî ziman ku hêzên ewlekariyê beriya 9 rojan agahî dane wê û ji hingî ve polîs wê diparêze.

Aslan diyar kir ku îstîxbarata Tirk bi sûîqestên bi vî rengî dixwaze çavê muxalîfên rejîma Erdogan ên li Ewropayê bitirsîne û got, "Êdî divê MÎT li Ewropayê nikaribe bi vî rengî tevbigere, dem hatiye ku hewldan di vî warî de bên kirin."

LI AWÛSTÛRYAYÊ EV NE SKANDALA DESTPÊKÊ YA MÎT'Ê YE

Di dawiya meha Hezîranê de jî li paytexta Awûstûrya Viyanayê, neteweperestên Tirk ên alîgirê desthilatdariya AKP-MHP'ê tevlîhevî çêkiribûn, tundî kiribûn. Yekîneyên ewlekariyê yên Awûstûryayê çend rojan li pey hev tespît kiribû ku di êrişên dijî Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan de pareke girîng a MÎT'ê heye.

Polîsên ku dema lêkolîn dikirin bê nijadperestên Tirk xwe çawa bi rêxistin dikin, li derveyî Viyanayê ajanekî MÎT'ê destgîr kiribûn. Wezîrê Karên Hundir Karl Nehammer têkildarî bûyerê daxuyaniyeke fermî dabû. Hatibû ragihandin ku kesê hatiye girtin li ser dijberên desthilatdariya AKP'ê yên li Awûstûryayê agahî bi rêk û pêk dida rejîma Enqereyê.