Eşkere bû ku li pişt bûyera kuştinê ya li Mêrdînê, artêşa Tirk heye

Wesayita ku 11'ê Çileyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li jinekê xist û qetil kir, eşkere bû ku wesayita artêşa Tirk e û ajokarê wê jî çawişekî pispor e.

Hazna Sû ya 52 salî 11'ê Çileyê li nêzî Girtîgehê ya li navçeya Qoserê hewl dida ji rêya peyayan derbasî aliyê din ê rê bibe. Wesayiteke ku bi lez diajot û di lampeya sor de derbas bû, li Hazna Sû xist.

Wesayitê bi metreyan Hazna Sû bi erdê re kişand. Hazna Sû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Medya Tirk jî îdîa kiribû ku wesayit bi 'plaqeyeke biyanî' ye.

Ajokarê wesayitê li cihê bûyerê hate destgîrkirin, lê navê wî nehate eşkerekirin.

Ev bûyera ku rayedarên Tirk veşartin, eşkere bû ku wesayit a artêşa Tirk e, ku tîpa wê Volkwagen Amarok bû û ajokarê wê jî çawişekî pispor bû. Her wiha eşkere bû ku wesayit li qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê hatibû wezîfekirin.

Rayedarên leşkerî piştî bûyerê çûn cih û hewl dan delîlan tarî bikin, bûyera kuştinê binixumînin. Kesê ku tê gotin çawişê pispor e, piştî beyanên şahidan hate girtin.