Eşkere bû ku Îbrahîm û Faîze Dînler hatine destgîrkirin

Têkildarî Îbrahîm û Faîzer Dînler ku beriya hefteyekê li herêma Omerî ya Mêrdînê winda bû, agahiyên nû derketin holê. Şahidan diyar kirin ku herdu hevjîn hatine destgîrkirin.

Li herêma Omerî ya Mêrdînê operasyona ku dewleta Tirk a dagirker 22'ê Cotmehê da destpêkirin dewam dike. Hevjîn Îbrahîm (73) û Faîze (72) ên heman rojê winda bûn, têkildarî wan agahiyên nû bi dest ketin.

Tê gotin herdu hevjîn li bejahiya gundê Qurdîsê hatine destgîrkirin.

Gundiyan diyar kirin ku di dema operasyonê de nekarîn ji gund derkevin, di roja destpêkê ya operasyonê de leşkeran avêtin ser mala Dînleran û dengê qîrînê ji hatiye bihîstin.

Gundiyên ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ku hevjînên extiyar bi lêdanê û destê wan kelepçekirî ji malê hatine derxistin.

Gundiyan ragihandin ku hevjîn li wesayita zirxî siwar kirine û birine.

Piştî ku ev agahî hate ragihandin, jenderme jî neçar man ku li zarokên malbata Dînler bigerin û qebûl bikin ku destgîr kirine.