Erdogan û sendroma Kobanê

Tevî ku nêzî 3 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûne, hê jî kula Kobanê ya di dilê Erdogan zindî ye. Erdogan bandora sendroma Kobanê pêr di serdana xwe ya Îngilîstanê de careke din nîşan da.

15'ê Îlona sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kirin. Hê êrîş di rojên xwe ên destpêkê de bû, dewleta Tirk û serokê wê Erdogan hemû hêvî û bendewariyên xwe bi serketina çeteyan ve girêdan.

Ji ber vê yekê ji bo DAÎŞ'î bi awayekî rehet ji sînorê Tirkiyeyê derbasî aliyê Kobanê bibin, ya ji dest wan hat kirin.

Li pêş kamerayan û çavê cîhanê eskerên Tirk ên çeteyên DAÎŞ'ê hembêz kirin rê dan wan ku derbasî Kobanê bibin.

Erdogan ê ku bi eşq li benda dagirkirina Kobanê bû, piştî êrîş dest pê kir bi hefteyekê, ango 22'ê Îlonê Erdogan çû bajarê Dîlokê û li wir xwest mizgîniya ketina Kobanê bide.

"Ha ji were Ayn El Ereb ku navê wê yê din Kobanê ye, hat ket ha wê bikeve."

Hesab wiha bû, lê berxwedana dîroka ya li Kobanê û Pirsûsê li pêşiyê bû asteng. Tevahiya 5 mehên şerê giran, gelê Bakurê Kurdistanê ji sînorê vî bajarê bi gavekê jî dûr neket.

Dewleta Tirk a çete derbasî Kobanê dikirin, bê ser û ber bombeyên gazê bi ser girseya Pirsûsê dibarand. Bi vê yekê dixwest ku gel ji sînor dûr bikeve da ku hê zêdetir çeteyan derbasî navenda bajarê Kobanê bike.

Lê gelê Kurd bi biryar bû ku Kobanê radestî dagirkeran neke.. Bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê têlên rêsayî rakirin û beşdarî berxwedanê bûn.

Di encama vê berxwedana mezin de, 26'ê Çileyê sala 2015'an mizgîniya serfiraziyê ji Kobanê hat.

Vê gotinê, bi qasî ku dilê Kurdistanî û dostên wan şad kir, hişt ku sendruma têkçûyînê li cem Erdogan û hevkarên wê peyda bibe.

25'ê Hezîrana 2015'an ji bo tola xwe ji Kobanê bigre, çeteyên DAÎŞ'ê ji deriyê Murşit Pinarê derbasî bajêr kir. Di encama êrîşa hovanê de bêtirî 450 sivîl hatin kuştin..

Lê dîsa jî Kobanî her vegeriyan ser warê xwe û stûyê xwe li hemberî êrîşan netewandin.

Lewma tevî ku nêzî 3 sal di ser rizgarkirinê re derbas bûn jî, hê kula Kobanê ya di dilê Erdogan zindî ye...

Mîna ku soz dabe hevkarên xwe ku ew ê tekez Kobanê dagir bike.

Ji bo vê jî ketiye pey hewldan û îdîayên pûç..

Herî dawî 14'ê Gulanê li paytexta Ingilîstanê Londonê, Erdogan bi rêya nivîsên promterê ku şêwermendên wî jê re amade kirine dest bi derewa kir.

Erdogan ji bîr kir ku bi rêya wî ji tevahiya aliyên cîhanê çete derbasî Sûrî û Rojava bûne, îdîa kir ku yekane welatê li dijî DAÎŞ'ê û El Qaîdê şer kiriye Tirkiye ye..

Heman Erdoganê ku bû sedem bi sed hezaran Efrînî ji cih û warên xwe bibin, îdîa kir ku li Sûrî tenê deverên di bin dagirkeriya wan de koçber dikarin vegerin û ew dever jî aram in..

Serokê rejîma AKP'ê girêka Kobanê jî bi van gotinan da der:

"Ayn El Ereb a ku hin kes jê re dibêjin Kobanê ye, ne bajarê Kurdan e. Ew der warê Ereban e.."