Erdogan tawîza pêşîn da Elmanyayê!

Li gorî agahiyan, piştî daxuyaniyên Elmanyayê yên li hemberî rejîma Erdogan, Enqereyê 'lîsteya reş' a ku dabû hêzên ewlekariyê yên Elmanyayê bi paş ve kişandiye.

Li gorî agahiyên ku malpera nûçeyan a Spîegel Online ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistiye, rayedarên hikumeta Tirk ji rêveberiya Berlînê gotine ku lîsteya tê de navê 681 şîrketan heye, şaş hatiye fêhmkirin. Di lîsteyê de şîrketên mezin, Daîmler û BASF jî hene.

Hat hînbûn ku îro Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû  telefonî Wezîrê Karê Derve yê ElmanyayêThomas Maîzîére kiriye û gotiye “Ew lîste şaş hatiye fêmkirin.”

Tirkiyeyê 680 şîrketên Elman xistibû lîsteya reş. Serokkomarê Tirk Erdogan jî gotibû ku “Têkildarî şîrketên Elmanyayê lêpirsîn tune.”

LÎSTE DI MEHA GULANÊ DE HATIBÛ DAYÎN

Li gorî nûçeya rojnameya Elman a Dîe Zeîtê hikumeta AKP’ê lîsteyek dabû rayedarên Daîreya Krîmînal a Federal a Elmanyayê. Hatibû îddîakirin ku kes û şîrketên di vê lîsteyê de alîkarî dane “Cimaeta Gulen.”

Daîreya Krîmînal a Federal a Elmanyayê xwestibû ku delîlên ‘teqez’ pêşkêş bikin lê diyarkiribûn ku rayedarên Tirkiyeyê tu bersiv nedaye wan.

Piştî ku lîste hate eşkerekirin, hikumeta Merkel diyar kiribû ku wê hin ambargoyan bînin ser rejîma Erdogan.

Tê diyarkirin ku ji xeynî vê lîsteyê rejîma Erdogan ji sala 2015’an û vir ve 5 lîsteyên MÎT’ê daye Elmanyayê.