Erdogan li Berlînê hate şermezarkirin

Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan li Berlînê bi çalakiyên şermezarkirinê hate pêşwazîkirin.

Serokkomarê Tirk Receep Tayyîp Erdogan li Berlînê hate şermezarkirin.

Gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl, jin ên femînîst û Elman jî tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Kujer bi xêr nehatiye Berlînê", "Na ji peymanên qirêj re", "Gelê Elman te naxwaze" hatin hildan.

Hevseroka Civaka Kurdistaniyên Azad li Berlînê Nûjiyan Gunay li mîtîngê axivî û destnîşan kir ku ew li dijî peymanên qirêj in.

Parlamenterê Dîe Lînke Hakan Taş jî got, "Hikumeta Merkel li şûna ku li ber Erdogan rabe û wî rawestîne, li Elmanyayê konferansê li dar dixe. Min ev yek hîn fêhm nekiriye."

Nûnerê PYD'ê yê Berlînê Suleyman Haco bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava kiriye.

Ji Tevgera Jinê ya Êzidî Nûrê Alkiş jî got, "Beriya du rojan li Şengalê êriş kirin û mirov mirin. Êrişê dibe ser her devera ku Kurd lê ne. Ev dîktator dijminê Kurdan e. Dixwaze civaka Êzidî qir bike."

Doktor Nîck Braûns jî destnîşan kir ku divê kujer Erdogan hesab bide, bê darizandin.