Erdogan dixwaze bi lîstika Lozanê bilîze

Di ser îmzekirina Peymana Lozanê re 97 sal derbas bûn. Dîroknas Husên Mihemed ev peymana ku Kurd ji nedîtî ve hat nirxand û diyar kir, Erdogan jî niha hewl dide mîna Mûstafa Kemal heman lîstikê li dijî Kurdan bilîze.

Peymana Lozanê ku Kurd bi rengekî fermî lê hate înkarkirin û weke peymana avabûna komara Tirkiyeyê tê dîtin, beriya 97 salan li bajarokê Lozanê yê Swîsreyê di 24'ê Tîrmehê de hate îmzekirin.

Kurd heta wê demê weke 'yek ji hîmên bingehîn ên damezrîner' dihatin dîtin. Lê belê piştî peymanê hatin înkarkirin û weke civakeke divê bê asîmîlekirin û tinekirin hate dîtin.

Di nava 97 salan de li gel polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê Kurd 'tine nebûn'. Kurdan bi ti rengî ev peyman qebûl nekirin.

Rayedarên dewleta Tirk ku Şoreşa Rojava li dijî xwe weke gefeke mezin dibînin, salên dawî mijara Mîsakî Mîllî timî dixin rojevê û qala nûkirina Lozanê dikin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan salên dawî gelek caran got, "Lozan têkçûnek e" û xewn û xeyalên xwe yên Mîsakî Mîllî yên dagirkeriya ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê nîşan da.

Dîroknas û wêjevanê ji Kobanê Husên Mihemed Elî diyar kir, lîstika ku Mûstafa Kemal li dijî Kurdan lîst niha jî Erdogan hewl dide bi heman lîstikê tevbigere û gotina, "Di dîrokê de bûyer destpêkê weke trajediyê, cara duyemîn jî weke komediyê dubare dibe" ya K. Marx bi bîr xist.

'MÛSTAFA KEMAL BI KURDAN RE TIFAQ KIR Û BI VÎ RENGÎ BI SER KET'

Elî ji ANF'ê re axivî û Peymana Sevrê ya dewletên îtilafê bi Osmaniyan re îmze kir bi bîr xist. Elî got, "Ew peyman bizmarê dawî bû ku li darbesta Împaratoriya Osmanî hate xistin" û diyar kir, "Ji ber vê yekê Mûstafa Kemal bi Kurdan re tifaq kir û dest bi şerê serxwebûnê kir. Nepêkan bû ku Tirk bi tena serê xwe vî şerî bikin û di encamê de bi ser ketin."

Elî anî ziman, piştî ku di şer de bi ser ket Mûstafa Kemal destê xwe li dijî dewletên îtilafê xurt kir û bi vî rengî maseya Lozanê hate danîn, li dora wê maseyê jî Mûstafa Kemal lîstikeke mezin li dijî Kurdan lîst.

Elî diyar kir, piştî ku destê Mûstafa Kemal xurt bû ji bo dewletê îtilafê karê sereke bû pirsa, "Tirkiye wê xwe bide aliyê Rûsyayê ya jî xwe nêzî wan bike?" û got, "Mûstafa Kemal ev yek dît û heta dawiyê xwest bi kar bîne. Lozan di nava van şert û mercan de pêk hat û Ataturk bi navê xwe Îsmet Înonu şand ku ew bi xwe jî Kurdek e. Di vir de peyama ku dixwest nîşanî dewletên rojavayî da û lîstika xwe bi vî rengî amade kir."

'BILA JI ÇÎROKA KURDÊ MAQÛL HASAN HAYRÎ DERS BÊ WERGIRTIN'

Elî destnîşan kir ku Erdogan niha jî di navbera Rûsya û DYE'yê de heman lîstikê dilîze û got, di dema hevdîtinên Lozanê de Ataturk wekîlê Dersimê Hasan Hayrî Beg teşwîq kir ku bi kincên Kurdî li meclîsê biaxive ku ev kes niha weke 'Kurdê maqûl' tê dîtin.

Dîroknas Husên Mihemed Elî got, "Sedemeke xwe wiha bû. Yanî Mûstafa Kemal nakokiyên navbera dewletên rojavayî û Sowyetan ji bo xwe baş nirxand. Sedemeke din jî ew bû ku em ne yek bûn, yekîtiya me nebû. Hin Kurdên me ji me hatibûn dizîn. Ji bo wan Kurdên maqûl bûn. Hasan Hayrî jî yek ji wan bû. Bi kincên Kurdî li Meclîsê bi Kurdî axivî. Piştî ku Lozan hate îmzekirin, bi îdîaya ku li dijî destûra bingehîn tevgeriya ye hate darvekirin. Dema ku hate îdamkirin jê hate pirsîn ku daxwaza wî ya dawî çi ye. Wî jî got, 'gora min li kêleka rêyekê çêbikin ku dema her Kurdek di ber re derbas bû bila tif bike'. Ev mînak ji bo 'Kurdên maqûl' ên ku niha bi dewleta Tirk re tevdigerin derbas dibe."

Elî destnîşan kir ku ti bersiva hiqûqî ya gotina Mîsakî Mîllî ya Erdogan nîne û got, "Mîsakî Mîllî hem li Sevrê hem jî li Lozanê bi dawî bûye. Di binê yek ji wan de îmzeya Osmanî, di binê ya din de jî îmzeya dewleta Tirk heye. Marx dibêje, 'Di dîrokê de bûyer dema carekê dubare bû ew dibe trajedî, dema ku cara duyemîn dubare bû hingî dibe komedî'. Lê belê ji bo me Kurdan timî bû trajedî."

ŞERT Û MERC GUHERÎN

Elî hevdîtinên li Cenevreyê yên ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê şiband Lozanê û got, "Niha jî Kurd li wir nayên qebûlkirin. Ji bilî çend 'Kurdên maqûl' ên bi navê ENKS'ê. Lê belê dinya guherî. Dinya diguhere. Kurdên îro ne Kurdên berê ne. Sîstemeke nû ya dinyayê li Rojhilata Navîn ava dibe. Eger Erdogan hewl bide bi qerta Mûstafa Kemal a beriya 100 salî bilîze divê em bînin bîra wî ku şert û merc guherîne. Wê ne hêsan be. Di rewşeke wiha de eger her kes perîşan bibe wê ji her kesî bêhtir gelê Tirk perîşan bibe."