Esnafên jin ên Colemergê: Em nema dikarin debara xwe bikin

Krîza aborî li Colemergê derb li gelek esnafên jin da. Esnafên jin ku nema kar dikin, nikarin kirêya xwe bidin.

Ji ber krîza aborî gelek jinên ku esnafî dikirin an jî li malê dixebitîn û keda xwe li aboriya malê zêde kirin êdî bêkar man. Jinên ku bêkar man ji hilberandinê dûr ketin û li malê asê man.

Li Kurdistanê û Tirkiyê sala 2021’an bi sed hezeran esnafî top avêt û dirabeyên xwe anîn xwarê. Bi hezaran esnaf di bin deynan de man, nema dikarin kirêya xwe jî bidin. Yek ji wan bajaran ku krîza aborî derb lê dayî Colmerg e. Li gel ku bajarê ser sînor e û deriyê sînor heye jî krîza aborî pir tesîr lê kir. Li Colemergê ku bazirganiya sînor lê qedexe ye rêjeya bêkarbûnê ji 80 ji 100’î zêdetir e. Ji ber bêkariyê her sal gelek ciwan bi hêviya ku kar bibînin diçin bajarên Tirkiyê.

Gulşen Ihtîyatoglu ku bi salan li navenda bajêr a Colemergê esnafiyê dike, yek ji wan esnafên jin e ku krîza aborî bandor li ser kirî. Ihtîyatoglu got bandora krîzê pir giran e, nema dikarin bixebitin û got, ev bi mehan e kar nekirine.

Ihtîyatoglu diyar kir bi nanoziko dixebitin û got, ‘’Şert jixwe giran in. Krîzê hem tesîr li ser me kiriye û hem jî li ser mişteriyên me. Mirov êdî nema dikarin nanê tisî peyda bikin. Ji ber vê bi mehan e ku kes sîparîşa kincan nade. Ango mirov nema dikarin kincên xwe jî bidin dirûtin. Ji bo ku kar tine em nema dikarin kirêya xwe bidin. ‘’

Ihtîyatoglu her wiha diyar kir ew nema dikarin lêzimiyên zarokan jî bi cih bînin û got, ‘’Beriya niha hewcehiyên zarokên min û malbatê min bi cih dianî. Meşaê bavê wan têrê nake. Herî dawî me kincên havînî standibû. Mînak me mont û botên wan ku ji par mabûn me tamîr kirin û îdare kir. Lê hewcehiyên wan berê min bêkêmasî bi cih dianî.’’

Besna Balikesîr ku li bi sîparîşan li malê xwarin çêdikir û difirot, got, rewş pir xirab e.

Balikesîr got, par savar 4 lîre bû lê niha 16 lîre, goşt par 45 lîre bû û niha bûye 90 lîre. Balikesîr got, ‘’Bi van zeman karê min wê çi be. Firaxên ku min ji bo sîparîşê distandin niha 3 caran lê berê zêde bûne. Rewşa esnaf û mişteriyan xirab e. Êdî em nema dikarin tiştekî bistînin. Em nikarin bi fiyetekî wiha zêde mal bistînin, her wiha mirov jî nikarin bi bihayê zêde xwarinê bistînin. Par yê ku sîparîşa 100 kofetî dida, niha tenê dikare siparîşa 30 kofteyî bide.’’

Balikesîr her wiha diyar kir zem hatiye ser rûn, elektrîk, gazê û got, ‘’Em nema heq ji van zeman derdikevin. Ji ber ku dema ku tişta ku em çêdikin û difiroşin tiştek di dest me de namîne. Em carinan zirar ji dikin. Rewşa esnafan pir xirab e. Hin hevalên min ên jin hebûn ku weke min li malê li ser sîparîşan xwarin çêdikirin û difirotin. Niha piraniya wan nema dixebitin, mecbûr man ku dev ji karê xwe biqerin.’’