Eniya Efrînê: Êrîşa li ser Efrînê êrîşeke li dijî hemû Kurdan e

Endamê Plaftorma Eniya Efrîn a li Silêmaniyê hate avakirin Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku wê Efrînê biparêzin û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi êrîşê kiriye.”

Li dijî êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê li Silêmaniyê ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl û parlementerên Başûrê Kurdistanê ve’Eniya Efrîn’ hate avakirin. Çalakvanên eniya ku li Başûrê Kurdistanê çalakiyên girseyî lidar dixe û kampanyayên piştgiriyê ji bo Efrînê lidar dixe, têkildarî xebatên bên kirin ji ANF’ê re axivîn.

Çalakvanên Plaftorma Eniya Efrîn û heman demê Parlemeterê Parlemetoya Başûrê Kurdistanê yê Tevgera Goran Dr. Şêrko Heme Emîn, diyar kir ku wê ji bo Efrînê rêze çalakî û ji bo bibin dengê Efrînê ev platform avakirine. Şêrko Heme Emîn wiha got: “Em gelek nivîskar, reşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo destekê bidin Efrînê îro li vir me eniyek avakir. Ji bo parastina Efrînê me çalakî û aktivîteyên bên kirin me nîqaş kir. Ji bo vê me komîsyonek ava kir. Ji bo bi her awayî piştgiriyê bide Efrînê çi madî û çi jî menewî wê ev komîte organîze bike . Em dibêjin Efrîn nakeve.”

 ‘ÊRÎŞEKE LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E’

Emîn got: “Êrîşa li ser Efrînê tê wateya êrîşa li ser hemû gelê Kurd” û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze seneryoya li Kerkûkê li Efrînê jî dubare bike û wiha pêde çû: “Êrîşeke dagirkirina hemû Bakurê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re dixwaze derb li hemû destketiyên Rojava bide. Dagirkeriyê li ser hemû Kurdan û Kurdistanê dike. Dewleta Tirk dixwaze lîstika li Kerkûkê li hemû Kurdisanê bixe meryetê. Dubareya seneryoya Kerkûkê ye. Divê me bê dudilî şert û merc li dijî vê rawestin.”

‘EM Ê BIBIN DENGÊ EFRÎNÊ’

Parêzvana mafê jinan Kiwêstan Ebduremna jî diyar kir ku wê bibin dengê Efrînê û wiha got: “Me îro li vir ji bo Efrînê eniyek nû ava kir û li ser vî bingehî em li gel Efrînê ne. Ji bo xebatan me komîteyek ava kir. Em ê dengê Efrînê bigihînin hemû cîhanê û li dijî dagirkirinê rawestin. Her roj sivîl, jin û zarok tên qetilkirin, lê cîhan li himberî vê bêdeng e. Divê ev bêdengî bê çirandin. Ji bo wê me ev enî ava kir û em ê bibin dengê Efrînê.”