Engîn: Li dijî dewleta Tirk divê em hêza xwe bikin yek

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, dewleta Tirk bi her rengî êrîşî destketiyên Kurdan dike û got, "Karê destpêkê ku divê em bikin ew e, li dijî dewleta Tirk hêza xwe bikin yek û bi navê gel li ber rabe."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn dagirkeriya dewleta Tirk û têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Engîn diyar kir, çarenûsa Rojhilata Navîn xwe dispêre nakokiya Tirkan û Persan û got, "Nakokiya navbera Tûranan û yên Rojhilata Navînî dîrokî ye. Gelekî zehmet e ku neviyên Osmanî û neviyên Safewî li hev kom bibin. Yekbûneke bi vî rengî zehmet e, lê belê dema mijar Kurd bin gelekî hêsan e ku bibin yek û li dijî Kurdan polîtîkyeke hevpar diyar bikin."

Kasim Engîn anî ziman, eger dewleta Tirk niha êrîşî Xakurkê û gelemperiya Kurdistanê idke û Iraq û Îran li dijî vê dengê xwe nake ev yek ji ber dijminatiya wan a li Kurdan e û got, "Kurd li Rojhilata Navîn vediguherin hêzeke girîng a polîtîk. Tirsa wan ji wê yekê ye ku Kurd jî mîna wan netewe dewletekê ava bikin -bi navê Kurdistana mezin. Qaşo hêzên rojavayî jî piştgiriyê didin Kurdan, bi taybetî DYE herî zêde li gel Kurdan e, ji bo vê metirsiyê ji holê rakin ew jî dengê xwe dernaxînin.

Lewma piştgiriyê didin TC'ê ya jî dengê xwe dernaxînin. Mesele ev e. Lê belê bila ew zanibin ku antî Emerîkatiya wan vala ye. Antî kapîtalîstiya wan mîna antî kapîtalîstiya Erdogan e; olperestî û Misilmantiya wan jî vala ye."

Kasim Engîn diyar kir, dema ku sibe DYE û Erdogan pirsgirêkên xwe çareser kirin, wê hingî Iraq jî, Îran jî bibînin ku faşîstê antî Rojhilata Navînî yê bi navê Erdogan kî ye.

'BI HEVKARIYA BI MÊTINGERAN RE KURD BI SER NAKEVIN'

Kasim Engîn bal kişand ser helwest û nêzîkatiya hêzên Kurd a li pêşberî vê yekê û got, "Em bînin bîra xwe; Rêber Apo sala 2013'an dema ku hevdîtin bi dewleta TC'ê re didomiya bal kişandibû ser girîngiya karên Yekîtiya Neteweyî. Ji bo Mesûd Barzanî û Leyla Zana Hevserokatiya vî karî pêşniyar kiribû. Di vir de malbata Barzanî nehate biçûkkirin, hate serbilindkirin. Lê xwe nêzî vê nekirin û firsendeke dîrokî ji dest çû. Piştre em hîn bûn ku yên nexwestin Birêz Mesûd Barzanî tevlî karê Yekîtiya Neteweyî bibe, şêwirmendên hin hêzên nêzî wî ne. Di meseleya Kerkûkê de jî yên li naverastê hiştin heman hêz in.

Bi kurtasî şehadeta mirovê mezin, hevrê şoreşger Helmet nîşan dide ku bi hevkariya bi mêtingeran re Kurd bi ser nakevin. Lê belê divê were zanîn tişta ku Kurd pê bi ser nakevin di heman demê de malbata Barzanî jî pê bi ser nakeve. Me ev yek di Cotmeha 2017'an de bi rengekî berbiçav dît. Me dît ku Kerkûk çawa ji destê Kkurdan derxistin, ewqas destketî ji holê rakirin. Ji vê jî girîngtir me dît ku kî dostê Kurdan e kî dijminê Kurdan e. Di Cotmeha 2017'an de yên herî zêde êrîşî Kurdan kirin Erdogan û derdora wî bûn, yên ku hêzên din teşwîq kir ku êrîşî Kurdan bikin Erdogan bû. Di rewşeke wiha de gelo wateyeke xwe heye ku li gel dewleta Tirk, li gel Erdogan tevbigerin?

Dikare bê gotin ku Erdogan hêzek e, dixwazin sûdê jê werbigirin. Lê belê hilbijartinên Stenbolê nîşan dan ku Erdogan li ber çûyînê ye. Têkçûna wî li holê ye. Lê belê divê were zanîn ku têkçûna Stenbolê ne tenê ya Erdogan e. Di heman demê de ya malbata Barzanî ye. Serdana Nêçirvan Barzanî ya rojek du rojan beriya hilbijartinê ji bo bi ser xistina Erdogan bû. Eger Erdogan di hilbijartinê de têk çûbe wê demê malbata Barzanî jî têk çûye."

'LI DIJÎ BÊDENGIYA LI BAŞÛR DIVÊ GELÊ ME XWE BIPARÊZE'

Kasim Engîn pirsa "Di nava rastiyeke wiha de çima hûn di xeta têkçûyî de israr dikin?" kir û got, "Gelo ne rast e ku li şûna têkçûnê em bi navê gel divê bi ser bi kevin? Niha li herêma Behdînanê ya Başûr bi dehan baregehên leşkerî yên TC'ê hene. Rêxistiniyeke bi vî rengî gelo dikare dengê xwe li dijî dagirkirina Xakurkê, dagirkirina Kurdistanê derxîne?

Bi kurtasî niha tiştekî bi tenê heye ku divê li Başûrê Kurdistanê were kirin. Ew jî ew e, ku gelê me li dijî vê bêdengî û teslîmiyetê bi rengekî topyekûn mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne. Henry David Thoreau yê ku pênaseya 'bê îteatiya sivîl' afirand, dibêje; 'Hurmeta li hikumeteke ku edaletê neafirîne ne rast e'. Her wiha dibêje, 'Wezîfeya mirovan e ku li dijî neheqiya dewletê rawest in'. Wê demê ya ku bi navê gelê Kurd divê em bikin wiha ye:

- Bi karên yekîtiya neteweyî li dijî sekna parçeyî rawestin.
- Eger hêzên mêtinger dibin yek û bi ser gelê Kurd û tevgerên Kurd ve tên, hingî li dijî vê nêzîkatiya ku tê wateya hevkariyê divê helwest bê nîşandan.
- Divê em hêza xwe bikin yek û ji bo dagirkeran ji welatê xwe biqewirînin her rêbazên berxwedanê bi kar bînin.
- Nakokiyên navbera me çi dibin bila bibin, li dijî mêtingeran divê em bibin yek, yên xwe nêzî vê nakin jî divê li Kurdistanê bên teşhîrkirin.

Bi kurtasî dewleta TC a faşîst niha li gelek herêmên Kurdistanê êrîşî destketiyên Kurdan dike. Wê demê karê ku divê em bikin ew e; li dijî dewleta TC a faşîst hêza xwe bikin yek û bi navê gel li ber rabin."