Engîn: Helmet şoreger, pêşeng û rewşenbîrê Kurdistanê bû

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasım Engîn li ser kesayeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Diyar Xerîb axivî. Engîn,  nokertiya li Kurdistanê, êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê şermezar kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasım Engîn li ser kesayeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Diyar Xerîb axivî. Engîn,  nokertiya li Kurdistanê, êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê şermezar kir.

Dewleta Tirk, nokerên heremê û yên girêdayê wê 5’ê Tîrmehê êrîşek hewayî pêk anîn. Di vê êrîşa hewayî de Endamê Konseya Serokatîya Giştî a KCK’ê Diyar Xerip(Helmet) Şehid bû. Komîteya  Rêvebir a PKK’ê,  Koordînasyona PAJK’ê, Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê, Konseya  Serokatiya Gîştî a KCK’ê û KNK’ê li ser vê êrîşê daxuyanî dan. Hûn li ser vê êrîşê dikarin çi bibêjin?

Di serî de li ber heval û însanê mezin Hevalê Helmet serê xwe ditewînim û tevahî hêzên ku di nav bûyera qetlkirina heval Helmet de cihê xwe girtine jî nifirên xwe li wan dikim.

Em bizanin ku heta Kurd nebin yek hêzên dagirker yên Kurda bibin yek bi yek.

Heta em kesên ku nabin yek di nava xwe de bihewînin çûyîna pêşiya bi yek bi yek em nikarin bigirin.

Heta em li hember kesên ku bi ewqasî namerdî di kelekê dijminan bi ewqasî cesaret cihê xwe digirin û em  gel li hember kesayetî û ferasetên wiha nesekinin, yek bi yek çûyîn, me û gelê me nikare were asteng kirin.

Mijar ne ew e ku em tenê hinek gotinan ji kesên wiha bêbext re bibêjin. Mijar ew e ku em li hember kes û derdorên wiha helwesta herî tund wek gel bigirin. Dema em li hember îxanet û hevkarî xwedan helwest bibin, dema ku em di nava xwe,  di nokeran de mesafeyekê, heta em hêna bi gavên pêş de dijî îxanetê li kolanan, li cîhên ku ew tê de dijîn de nîşan bidin, kes nikare li cem dijminan  cihê xwe bigire.

Lê em bizanin ku îro li Kurdîstan îxanet asayî bûye. Mînak dema hineka Kerkûk teriqandin gelê me jî helwestên pêwîstî li hember kes û derdorên wiha raber nekir. Berovajî wek tiştek nebûye yên ku Kerkûk firotin û yên ku nîvê welat bêyî ku guleyekê biteqînin ji hêzên dagirker re hêştin pêwîstî bûn ku carek din sere xwe li nav civaka me ranekiribana. Heta ji bo ku bikaribûna bikevin nava me an jî civaka me, pêwîst bû ku hezaran caran lêborîn ji me û gelê bixwazin.

Gelo rewş wiha ye?

Bêguman na. Berojavî yên ku Kerkûk firotin wek camêran di kolanan de bejn û bala xwe nîşanê me didin. Dîsa yên ku Şengal terikandin û rêvîn wek mêran simbilên xwe badidin û erîşa kesên ku Şengal neterikandin dikin. Ma ev edalet e? Bi kurtahî, ger em li hember erîşa bêbext li ser hevalê Helmet ne rehetin, wê demê pêwîst e ku êdî em li hemû cihan û li her derî hember kesên wiha noker û ji îxanetê re vekirî helwesta xwe nîşan bidin.

Endamê Konseya Serokatîya Giştî a KCK’ê Diyar Xerib (Helmet)  Bi qasê kû şoreşger, mîllîtan bû. Di heman demê de rewşenbîrekî Kurd jî bû.  Li ser dîroka Kurdistanê pirtuk nivîsandî ye. Hûn bi xwe wek hevalê wî yê tekoşînê, we xebat û pirtukên wî ji nêz ve şopandî ye. Ev aliyê wê yê rewşenbîrî dikarin çawa pênase bikin.?

Ez hevalê Helmet ji sala 2002’an vir ve dinasim û ji demek dirêj û vir vee jî ji nêz ve dinasim.

Bêguman ger em hevalê Helmet pênasê bikin pêwîst e ku em bêjin ew wek melekekî bû. Ez ne bawerim ku rojek jî bibe hevalê Helmet li hember kesekî dengê xwe bilindkiribe  û mirovek êşandî be. Ger ez bêjim ku mirovê di giştî cihanê de belkî jî yê herî nazîk û rûken hevalê Helmet bû, yê şaş nebe. Kesekî ku di hemû helwestên xwe de nazîk û rûken, çêker û pozîtîf, xwîngerm û bi rêz,  heye?

Rastî jî hevalê Helmet ger gotin di cih de bibe heval bû. Him jî hevalekî li gorê dilê şoreşgeran bêhempa bû.

Hevalê Helmet tenê bi dîrokê re mijûl nedibû. Bi giştî bi wêje re jî bi eleqadar bû. Her wiha bi her cûrê mijarên îlmî re jî bi eleqadar bû.

Lê milê wî yê dîrok pir li pêş bû. Dema em dîrok dibêjin ne tenê dîroka Kurdistan. Li ser dîroka Rojhilata Navîn, dîsa li ser dîroka olan de jî pir kûr bû. Di wê manê de dîroknasek mezin bû.

Bêguman lekolînên hevalê Helmet ser dîroka Kurdistan jî pir zêde bûn.

Di dîroka Kurdistan de jî ger ez bêjim hevalê kî ku li ser civaka Kurdistan bi kûrahî sekînî, şaş nabe.

Mînak em bêtirî xwe tîpên latînî dizanin. Ji bo na wê jî pir caran derfetên me yên lêkolînên bi zimanî Erebî, Soranî, Farsî teng dibûn. Lê ji ber ku hevalê Helmet tîpên aramî jî gelek baş kar dianî, belgeyên rojhilata navîn yên resen jî gelek lekolî bû.

Ji ber wê ger ez bêjim ku gelek ji me hinek mijarên dîrokê dîsa yên erdnîgariyê û her wiha cîvaka Kurd di perçeyên din yê Kurdistan de li wî em fêr bûne yê şaş nebe.

Çi perwerde ya wî ya ku li ser dîrok, erdnîgarî û demografiya Kurdistan daye çi jî tiştên ku wî nivîsandine gelek hevalan guhdar kiriye û xwendine. Min him nivîsên wî xwendine û him jî ew guhdar kiriye.

Di wê manê de dikarim bi rehetî bêjim ku heval Helmet di wî warî de sedî sed nirxên gelek mezin tevlî PKK’ê kirine. Dîsa dikarim bêjim ku di wî warî de yek jî hevalê ku herî zêde Rêber Apo xwendiye û xwestiye tiştên ku Rêber Apo gotiye bi hevalan re bide nasandin bûye.

Ez dikarim bêjim ku yek jî kesên ku li wî gelek tişt fer bûye yek jî ez im.

Em jî wek hevalê Helmet di nêz de bi dîroka Kurdistan re mijûl dibin. Lê ez vekirî bêjim ku gelek tiştên ku em bi xwe îro di dersan de bi hevalan re parve dikin û di kovaran de ango di pirtûkan de dinivîsînin min ji hevalê Helmet û li dersên wî de girtiye.

Şoreşgerê mezin Diyar Xerib; Bi taybetî li ser dîroka Kurdistanê, berhemên wî, lêhurbunên wî li ser dîrokê hebûn. şoreşgerekî wisa bû. Wexta  Rêber Ocalan li ser dîrokê nirxandin dike.’’ Dirok di roja me de em di despêka dîrokê de veşartî ne’’, bi vê  ve girêdayê şoreşgerê mezin Diyar Xerîp lêhurbunên wî yê li ser  dîrokê,  bi taybet ji dîroka tevgera azadiya Kurdistanê re tişta ku  da qezençkirin çibû? Li ser vê dikarin çi bibêjin?

Wek me li jor jî anîbû ziman, hevalê Helmet, lekolînê xwe yên li ser dîroka Kurdistan kûr bûn. Di wî warî de jî hevalê ku herî zêde xwestiye fêmkirina dîroka Kurdistan bi hevala bidin fêmkirin jî hevalê Helmet bû.

Mînak Rêber Apo li ser dîroka cîvakî pir disekine. Hevalê Helmet jî bi taybet li ser civaka Kurdistan lekolîn dikir û encamên ew gêhiştî bi hevalan re pareve dikir.

Dîsa mijarek din ya Rêber Apo ew e ku, dîroka olan, dîroka mezheban ango rêolan û her wiha tasavvuf û tarîkatan jî pir zêde li ser disekine. Di vî warî de jî hevalê Helmet tiştên ku Rêber Apo di milê bîrdozî, felsefîk ango di mezekirina nû de dest digire, bi lekolînek fireh û kûr ji hevalan re ve dikir û derbasa wan dikir.

Rêber Apo di parêznameye xwe ya DMME  ango Jİ DEWLETA RAHİB A SUMER BER Bİ ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK re pir fireh li ser Dîroka Kurdistan sekiniye. Lê di parêznameya xwe ya bi navê PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ DE hêna firehtir û kûrtir dîroka Kurdistan destgirtiye.

Lê em dizanin ku rêber Apo xetên esasî di parêznameya xwe destgirtiye. Ji ber ku armanc tenê nivîsandina dîroka Kurdistan nîne. Berovajî pirsgirêka Kurd raxistina pêşçavan e. Ji ber wê jî Rêber Apo pir neketiye detayan, lê di xetên esasî de pir bi xûrtî vekiriye û nirxandiye.

Rêber Apo; “Dîrok di roja me de veşartî ye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne” dibêje.

“Dîrok, Niha ye” jî gotinek Rêber Apoye.

Pir balkêştir Rêber Apo nêzîkbûyîna xwe ya dîrokê wiha formûle dikir; “Bi qasî ku tu dîrokî bibî, tu yê karibî ewqasî jî bi rastiyê re be…

Kêliyên welê hene, dîrok di şexsekî de, şexsiyet jî di dîrokekê de veşartî ye. Her wiha di asteke prensîbî de bawer dikim ku îroyîn (rewşa niha) dîrok e, dîrok jî niha ye. Rewşa niha ya xwecih, bi tenê weke dubarebûnekê, weke rêûresmekî dîrokê dubare nake. Heçkû “niha” dîrok e, siberoj e.’’

Tevahî nirxandinên Rêber Apo yên giran biha heval Helmet xwest ku him jî hevalan re him jî gelê me re bi detay ango hûrgiliyan bibe. Û ev jî rastî bi dil û can bi fedakariyek gelek mezin bêyî ku bi weste bi salan li hemû qadên tekoşîna me de bi serkeftî pêk anî.

Di roja me ya îro de, di şerê cîhanê yê 3.min û di Rojhilata Navîn de, bi giştî gava modernîteya kapitalist tê  nirxandin li Kurdistanê zanistîya dirokê û girîngîya wê divê li ser çi bingehan nêzikatî bê nîşandan. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin? 

Hêzên dagirker ango hêzên mêjûkdar welatê me him talan dikin û him jî her roj bi şêweyekê din daf didin ku em welatê xwe biterikînin.

Ewqas kuştina me, ewqas talana me, ewqas şelandina me hemû xwe dispêrin li ser esasa ku em welatê xwe biterikînin. Em welat biterikînin da ku ew bi rehetî welatê me ji xwe re bikin mal. Û Kurdên mayîn jî ji xwe re bikin kole û serî tewandî.

Erê, heval Helmet hemû hewldana xwe ew bû ku gencanê welatê me li welatê me de bigire.

Em binêrin, îro bi hezaran ciwan û gencanî Kurdistan welat diterikînin. Serî de gencanî başûr welat diterîkînin û welat çol dikin. Dîsa li Rojavayê welatê me de cîwan nemane.

Gelo çima ciwan welat diterikînin?

Erê milekî de dijminên Kurdan erîşan dibin ser Kurdistan. Lê yek jî kesên ku bi taybetî welatê me him hez nakin û him jî dest jî desthilatdariya welatê me bernadin henin. Kesên wiha wek îro li Başûr  jî, li Bakur û li Rojava jî henin û her tim pesna Ewropa dikin, pesna çandiya Ewropa û xweşikaya Ewropa dikin. Nizanim çandî kijan dewleta Ewropa qenciya dike û her wiha. Lê herkes dizane ku ciwanên me an li ser rêyan di avê de jiyana xwe dest didin, an tên şelandin an jî gelek ji wan tên kuştin an jî yên ku gihiştina Ewropa li Ewropa li ser sergoyan bigerin, firaqan dişon, malên xelkê paqij dikin. Diçin kolanên wan paqij dikin û dibin koleyên modern.

Ger em bixwazin fêm bikin çima hevalê Helmet ewqasî bi dîroka Kurdistan re mijûl dibû pêwîste em vê rastiye bibînin. Ger em bixwazin fêm bikin çima ewqasî Rêber Apo li ser Dîroka Kurdistan disekine, pêwîste rastiya ku hinek hêz bi israr dixwazin welatê me bikin, fêm bikin.

Yek jî bêguman pêwîst e em bibînin ku hêzên Ewropî jî ji bo welatê me bikin çol her tiştî dikin. Mînaka ber bi çav ya ku em dibînin, çol kirina Şengalêye. Ma herkes nabîne ku hêzên Ewropî di bin navê qaşo alîkariya Kurdan de, her roj Şengala şîrîn  dikin çol? Ma ger wiha dom bike ma gengaz e ku Êzîdîxana êzîdîyan bimîne?

Erê, hevalê Helmet yek jî şerê xwe ew bû ku xweşik bûyîna welatê me bibe hemû ciwanên Kurd, heta giştî gelê Kurd ku da ku welatê me nekin çol..

Em bîra nekin, yên ku îro dixwazin ku em welat biterikînin hêzên mêtingerin. Û her wiha nokerên wan in. Bi wê watêyê , gelo yên ku him welatê me ditirekînin û yên ku teşvîk dikin ku ciwanên me welatê me biterikînin û li welatên xerîban de bibin koleyên modern, ma ew kes û derdor ne şerîkên hêzên wan dagirkeran in?

Şehit Diyar Xerib herî dawî  erka wî alikarî Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Di  Konseya Serokatîyê de cihê xwe digirt. Di sala 1995’an de beşdarbûna xwe ya di nav tevgera azadiyê de heye. Ji salên 1995’an heta  roja kêlîya ku bigihije şehadetê, di Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê  de rol û misyona wî çibû. Ji bo Gelê Kurd û Kurdistanê Çawa dinirxînin?

Di derbarê wê de tiştên ku werin gotin PKK, PAJK, Hevserokatiya KCK gotin. Hevalê Helmet him hevalekî ku di Endamê Desteya Konseya Giştî ya Serokatiya me de cihê xwe digirt û him jî ji sala 2005’an vir ve di navenda PKK’ê de cihê xwe digirt. Ev bi xwe nîşan dide ku hevalê Helmet di tekoşîna azadiyê de rol û ristek çawa girtîbû ser xwe.

Bêguman em nikarin hevalê Helmet carek din vegerînin. Dîsa em dizanin ku ew zanîstî, ew ezmûn, ew sekin dibe ku pir zor be em cihê wî tijî bikin. Lê em bizanin ku êdî bi dehan û bi sedan Helmetên nû yên ku Heval Diyar Xerîb-Helmet bişopînin yê derbikevin.

Hîç gumana  me jê tine ku em ê him tola hevalê Helmet mezin bigirin û him jî em ê li gorî berê hê bêtir kar bikin da ku em layîqa hevalê Helmet bibin.

Dîsa gerek herkes bizane ku soza me ya  ji bo hevalê Helmet ne gîrîn e, berovajî em ê ji bo hevalê Helmet negîrîn lê em ê ji bo ku xayalên hevalê Helmet pêk werin li haman deman bêtir, bi israr, bi îdîa û bi vînek bi pola teqez tekoşîna xwe bidomîn û bilindtir bikin.

 Şehit Diyar Xerib,  di nav PÇDK’ê de xebatên demdirêj bi rê ve bir û meşand. Li Başurê Kurdistanê hatiye dinyayê, ji kevneşopî û tekoşîna li wir bandor bûye. Ji vê çandê bandor bûye û di heman wextê de li ser navê Kurdistanê,  tekoşer, mîllîtan û şoreşgerek bû. Di axa Başurê  Kurdistanê de plana  nokertîyê ket dewreyê, Ji bo Başurê Kurdistanê, ji bo Gelê Kurd û li hember  şehadeta Diyar Xerip divê nêzikatîyek çawa Bê raber kirin?

Rastî jî hevalê Helmet evladek gelek mezin yê gelê Kurdistanê û axa Kurdistanê bû.Hevalêkî ku bi çarîk sesalê ji bo welat tekoşiyaye, ti caran nayê jibîrkirin. Ma kî dikari bêje ku Mamê Rîşa hatiye jibîrkirin? Kî dikare bêje ku Aram- Şaşuwar Celal- wê  were jibîrkirin? Û her wiha kî dikare Mamosta Cafer ji bîr bike? Gelo kî dikare Xalê Şehab ango Şehab Şêx Nûrî bîra bike? Kî dikare gotinên wî yên wek kel bijî, kêm bijî ji bîra bike? Her wiha kî dikare îdîa bike ku Leyla Qasim hatiye jibîrkirin? An jî kî dikare Suleyman Muînî ji bîra bike? An jî Dr. Şivan-Saît Kiziltoprak? Dîsa kî dikara Elî Asker, Tahîr Walî Beg, Dr. Xalid Seîd, Omer Mistefa, Elî Hejar, Kardo Gelalî, Ednan Muftî, Seyda Salîh Yûsûf, Resûl Mamend ji bîr bike û bide jibîrkirin? Û her wiha bêguman kî dikare; Hakî Karer, Kemal Pîr, Xeyrî, Mezlum, Egît, Berîtan, Zîlan, Sema, Berîvan keça Êzîdî, Şîrîn Elemhulî, Ferzat Kemanger, Zagros, Xebatê Derîkê, Rûstem Cudî, Dîcle Kobane, Şîlan Kobanê, Cotyar, Dr. Sîrwan, Atakan û Zekî Şengalî ji bîra bike? Em di wê baweriyande ne û  wiha dizanin ku di serî de gelê me yê li çar perçeyê Kurdistaê  lê bi taybet jî gelê me li Başûrê Kurdistanê  bi xwedî derketina; şoreşgerê mezin, rewşenbîrê dagirtî, rêhevalê kamîl, însanê gêhiştî, rûkeniya mirovahî û mîlîtanê dilnizm yên sere çiyan tu caran nedin jibîrkirin û wê ji bîr nekin. Û yê bibin şopdarê şoreşger û mîlîtanê mezin. Carek din ez wek hevalekî wî yê nêz li ber kesatiyek wî ya têgiştî  û hevaltiya wî ya bêhempa  serê xwe ditawînim û em soz didin gelê xwe ku em ê bibin şopdarek baş yê hevalê Helmet!