Endamên Eniya Neteweyî sibe diçin Qendîlê

Eniya Neteweyî wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk sibe bi heyeta KNK'ê re biçe Qendîlê.

Desteka ji bo Mertalên Zindî ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk roja 8'ê Hezîranê li Qendîlê ji aliyê ciwanan ve dest pê kir, zêde dibe.

Endamên Eniya Neteweyî ya li dijî dagirkeriyê ku nivîskar, aktîvîst, alimên olî û siyasetmedar jî di nav de ne, ji bo destekê bidin çalakiya mertalên zindî ya ciwanan wê biçin Qendîlê. Eniya Neteweyî wê bi heyeta KNK'ê re biçe Qendîlê.

Ji Silêmanî, Germiyan, Helebçe, Hewlêr û gelek herêmên din, wê girseya gel berê xwe bide Qendîlê. Girseya gel wê danê sibehê saet 7'an bi rê bikeve û danê nîvro bigihêje Qendîlê.

Endamên Eniya Neteweyî wê li Qendîlê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.