Endamên Egîtîm-Senê serdana malbata Şenyaşar kirin

Endamên Şaxê Amedê yê Egîtîm-Senê serdana malbata Şenyaşar kirin û gotin, "Heta ku hesab bê pirsîn em bi malbatê re ne."

Di roja 297'an a Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar de, endamên şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) serdana Malbata Şenyaşar kirin.

Hevserokê Şaxê Hejmara 1'ê ya Amedê ya Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku hîn ê jî têkildarî bûyerê lêpirsîn û doz nehatiye vekirin û got, "Ev bêhiqûqî veguheriye karekî rûtîn. Di wijdanê civakê de mijara lêpirsînê ye."

Zulkuf Guneş destnîşan kir ku divê berpirsyarên vê komkujiyê hesab bidin û got, "Heta ku hesab bidin wê piştgiriya me dewam bike. Em ê şopdarê vê bûyerê bin."

Zulkuf Guneş diyar kir ku ew bi Malbata Şenyaşar re ne. Ferît Şenyaşar jî spasiya kedkarên perwerdeyê kir.