Endamê Meclîsa Komîte Kurdistan Tîtal Hameyan rehmet kir

Endamê Meclîsa Komîte Kurdistan û mamostayê waneyên Kurdî Mamoste Tîtal Hameyan di temenê xwe yê 59’an de rehmet kir.

Tîtal Hameyan ê sala 1959’an li gundê Rêya Taze ya Herêma Elegazê li nava malbateke cotyar hatiye dinê, Dibistana Seretayî ya Rêya Taze a Emînê Evdal qedandiye. Dibistana Navîn jî li Elegez Stepan Shahûmyanê qedandiye.

sala 1976’an li Dibistana Teknîkê ya Hîdrometrolojî ya Êrîvanê wek hesabgir mezun bû. Sala 1978’an jî tevlî Artêşa Soveytê bû. Gelek medelyayên hikûmet û leşkerî girtiye.

Piştî ku ji artêşê qût bû û şûnde, li Fakulteya Enstîtûya Aborî a Ziraetê ya Erîvanê xwend û sala 1987’an jî mezûn bû. Di navbera salên 1991 heta 1998’an dîrektoriya hewldanên hesabgiriya aboriyê ya Rêya Taze  kiriye.

Ji sala 1999’an û vir ve li Dibistana Emînê Evdal a Rêya Taze mamostayê Zimanê Kurdî dikir.

Mamoste Tîtal ê endamê Meclîsa Komîte Kurdistan û li Gundê Rêya Taze ya Herêma Elegazê dijî, salê 90’î Tevgera Azadiya Kurd naskiriye.

Tîtal Hameyan ê bi eslê xwe Êzidî ye, ev demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê ya gewriyê dihate dermankirin. Tîtal Hameyan 8’ê Hezîranê rehmet kir. Cenazeyê Hameyan roja Sêşemê li Goristan Rêya Taze hate definkirin.