BI DÎMEN

Endama Komîteya Amadekar Yildirim: Divê her kes li Parîsê be

Endama Komîteya Amadekar û endama TJK-E Rojda Yildirim bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî meşa protestoyî ya li Parîsê bibin.

Ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez wê di 9'ê Çileyê roja Şemiyê de li paytexta Fransa Parîsê meşeke girseyî were lidarxistin. Endama Komîteya Amadekar û endama TJK-E Rojda Yildirim bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî meşa protestoyî ya li Parîsê bibin.

Tevî ku di ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an re sê sal derbas bûn jî, kiryar hînê nehatine dîtin. Kujer Omer Guney hat girtin. Lê Kurd ji bo dîtina hemû kiryaran ev 3 sal in çalakiyan lidar dixin.

Îsal jî li paytexta Fransa Parîsê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Ji van çalakiya herî girseyî wê roja Şemiyê pêk were.

Endama Komîteya Amadekar û endama TJK-E Rojda Yildirim da xuyakirin ku ji bo dîtina kiryarên komkujiyê û şermezarkirina komkujiyan ew ê bimeşin.

Yildirim got, "Ji bo hesab ji komkujiya 9'ê Çileyê bê pirsîn û li dijî qetilkirina jinan helwest were nîşandan, divê wê rojê ti kes li malê nemîne. Girîng e gelê me di 9'ê Çileyê de li Parîsê be."