Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê hat destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ya li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Sevîm Akdag hate destgîrkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger de li şeş bajaran polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de li navçeya Farqînê ya Amedê Narîn Donmez, li navçeya Peyasê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Sevîm Akdag hatin destgîrkirin.

Donmez û Akdag wê bibin Enqereyê ku lêpirsîn li wir tê meşandin.

Li gorî agahiyan der barê 14 kesan de biryara destgîrkirinê heye û heta niha 8 kes hatine destgîrkirin.