Encamnameya 17. Civata Giştî ya KNK'ê hate eşkerekirin

KNK'ê, encamên civata xwe ya giştî ya 17. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

17. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 14-15'ê Cotmehê de li bajar^Eîndhoven ê Hollandayê pêk hat.

Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Rûsya, Ermenîstan, Gurcîstan, Kazakîstan, Amerîka, Awûstralya, Afrîkaya Başûr û ji seranserê Ewropayê, gelek endam û mêvan beşdar bûn.  

Nûnerên 47 partî û rexistinên siyasî û 21 saziyên medenî jî wek endam amade bûn. Her wiha nûnerên 7 partiyên siyasî jî wek çavdêr beşdar bûn. 

Encamên civata giştî hatin eşkerekirin û hat ragihandin, ku di civatê de li ser derfet û xeteriyên li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn nîqaş hatine kirin.

Encamnameya 17. civata giştî ya KNK'ê wiha ye:

"Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê, gav bi gav sîstema demokratîk a federal bi serketî tê avakirin. Herî dawî bi hilbijartinên hevserokên Komînan ya di 22'ê Îlona 2017'an de, bînesaziya demokrasiyê di bingehin de hate avêtin. 

Hezên QSD'ê, di bin pêşengiya YPG û YPJ'ê de îro ketine paytexta DAIŞ'ê Reqa'yê û edî bi encamgirtina pêngava rizgarkirina Reqa yê ve, DAIŞ bi temamî dişkê. Pêvajoya têkçûna DA'Ş‘ê di sala 2014 an de, bi serkeftina Kobanê dest pê kir û bi rizgarkirina Reqa’yê, ber bi dawiyê diçe. 

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Di civata giştî ya KNK'ê de bi baldarî endam û mêvan li ser siyaseta dewleta Tirk rawestiyan. Ji ber vê serketina hêzên QSDê, dewleta Tirk kete nav metirsiyê û bi operasyona Îdlîbê dixwaze heza DAIŞ û Selefiyan bipareze. Armanca esasî ya dewlata Tirk ew e ku bi rêya El Bab û Îdlîbê, dorpeça Efrînê xurttir bike da ku federasyona Bakurê Sûriyê, wekî tê xwestin pek neyê. Her çiqas Tirkiye rûyê xwe yê dagirker di bin navê pekanîna peymana Astana’yê de vedişêre jî, dixwaze li ser Îdlîbê siyaseta xwe ya dij Kurd pek bîne.

Dewleta Tirk ya ku li dijî Kurdan, li Rojava û Bakur şerekî dijwar dimeşand, li Başûrê Kurdistanê, xwe wek dostê Kurdan nîşan dida. Mixabin siyaseta deshilatdar a Başûrê Kurdistanê jî, dewleta Tirk wek dost destdigirt û hevalbendiyeke kûr û stratejîk peşxistibû. 

Dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê, ev demek e ku dijî gel, siyasetmedar û gerîlayan şerekî dijwar  dimeşîne, li ser hev derban dixwe. Bi girtina hezaran siyasetmedar, hevserokên partiyan, hevşaredar û nûnerên rexistinan encam negirt. Ji ber wê jî dixwaze li dijî Başûr encamên siyaseta xwe ya dij kurd, bigre.  

REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bi taybetî piştî referandûma ku di 25'ê Îlon 2017'ê de li Başûrê Kurdistanê pek hat, rûyê dewleta Tirk jî baştir derket holê. Edî bi zelalî derket holê ku dewleta Tirk bi giştî neyarê gelê Kurd e. Her çiqasî gelê me li Başûrê Kurdistanê bi rêya referandûmê xwest mafe xwe yê xwezayî û destnîşankirina çarenûsê ye, pek bîne jî, ji ber siyaseta desthilatdar a teng û ne pêşdîtî, pişti referandûmê kete nava zerareke mezin. Li aliyekî Tirkiye û li aliyê din jî Îran û Iraq ket nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk bi lez û bez piştî referandûmê kete nava liv û tevgera çekirina tifaqa li dijî Kurdan. 

'SIYASETA DESTHILATDARIYA BAŞÛR, TIFAQA DIJ BI KURD CAREKE DIN ZINDÎ KIR'

Beşek ji siyaseta Kurd, bi stratejiya xwe, rê li ber dijminahiya Kurdan a dewletên din digirt û nedihişt ku ti carî tifaqa paşverû ya di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de careke din pêk were. Lê mixabin, siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê careke din, rê li ber zindîkirina tîfaqa dij Kurd vekir. Tirkiye îro serkêşiya wê tifaqê dike. Li aliyekî Îran, li aliye din jî hikumeta Iraqê li dijî Kurdan sor dike. Tirkiye di sedemên serketina dijî DAIŞ'ê ya asteya navçe û dîplomasiya cîhanî de wek hêza dostê DAIŞ'ê ketibû nava tecrîtê. Mixabin piştî referandûmê, Tirkiye pengava siyaseta xwe ya dij Kurd dîsa çalak dike. 

'BAZIRGANIYA SIYASÎ YA JI BO DESTHILATDARIYÊ, REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XISTIYE BIN MERTIRSIYEKE MEZIN'

Di pencera siyaseta yekîtiya neteweyî de, daxwazkirina azadî an jî serxwebûnê, bêguman mafekî xwezayî ye, çarenûsî ye. Lê belê bazirganiya siyasî ji bo deshilatdariyê, li gel vî mafê xwezayî, rewşa Başûrê Kurdistanê, îro kiriye bin metîrsiyeke mezin. Hemû destketiyên Başûrê Kurdistanê îro yek bi yek lewaz dibin. Siyaseta teng a Başûr rê vekir ku hikumeta Iraqê dîsa vedigere li ser sînorê xwe yên deshilatdarî ya beriya 2014'an ku di serî de Kerkûk hemû deverên dabirayî ketin deste Baxdayê.

Her çiqas gelek dewletên ku bi salan erênî nezikî Başûrê Kurdistanê dibûn gotin ku niha ne dema referandûmê ye jî, deshilatdariya Başûrê Kurdistanê ew hêz piştguh kirin. Îro jî hemû hezên navdewletî beramberî dagirkeriya bi aliyê Tirkiye, Îranê û Iraqê re, bêdengin.  Kurd carake din di mînaka Başûrê Kurdistanê de bûn qurbaniyên siyaseta şaş a rêveberiya Herêma Kurdistanê. 

KNK bang li hikumeta navendî ya Iraqê dike, da ku beşdarî siyaseta Tirkiye û Îranê ya dijî Kurd nebe û li gorî destûra Iraqê nêzî Herêma Kurdistanê bibe. 

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Civata Gîştî ya 17. ya KNK'ê Rojhilatê Kurdistanê jî wek beşên din ên Kurdistanê nirxand. Siyaseta Îranê ya îdam, qetilkirina kolberan, mêtîngeriya civakî, îdarî û siyasî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê hat şermezakirin. Her wiha beşdariya Îranê ya di tifaqa dij Kurd û dest xistina nava beşên din ên Kurdistanê, wek dijiminatiya sereke hate nirxandin. 

'QEDERA PARÇEYEKÎ KURDISTANÊ BI PARÇEYÊN DIN VE GIRÊDAYÎ YE'

Xaleke esasî ya nîqaşên Civata Gîştî ya KNK'ê li ser pewîstiya stratejiya yekîtiya neteweyî û hevgiritina mezin bû. Eger hemû hezên siyasî beşdarî platformên yekîtiya neteweyî wek Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya ji aliyê KNK'ê ve, di 15 – 16 Tirmehê de li Silêmaniyê pek hat bibûyana wê demê, mumkun bû ku peşiya hinek pirsgirikan hatiba girtin. Biryarên ku hemû Kurdistanê eleqedar dikin, pewîstiya wan bi konsesûsa neteweyî hebû. Wek girtina biryara li ser referandûmê. Siyaseta ezezîtî û parçeperest, Kurdistanê dike xeteriyê. Îro ev rastî zelaltir diyar e. Edî qedera parçeyekî Kurdistanê, giredayî parçeyekî din e. Ango qedera Başûr giredayî Rojava; ya Rojava giredayî Bakur e. Ya Rojhilat jî giredayî 3 parçên din e. Ji ber vê rastiyê jî, koordînasyon û hevsengî di çerçova siyaseta yekîtiya neteweyî de jiyanî ye. 

Di civata giştî ya KNK'ê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî êdî tenê pirsgerika partiyên siyasî nîne. Pewîstî bi hişyarî, beşdarî û çalakbûyîna hemû takekes û rexistinên Kurdan heye. 

GIRÎNGIYA ŞÊWRÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Di Civata Gîştî ya 17. de endam û mevanan, dest xweşî li KNK'ê kirin ku KNK'ê bi awayekî çalak, kar û xebatên xwe ji bo peşxistina yekîtiya neteweyî meşandiye. Pekanîna Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya li Silemanî‘yê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ya di navbera 15-16 Îlonê li Stockholmê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya di 1û 2yê Cotmehê de û Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdên li Ewropayê ya di 13 û 14ê Cotmeha 2017an de, wek karên gelek girîng hatin destgirtin û berdewamiya van karan ji KNK'ê hate xwestin.

'DAXWAZA AZADIYA OCALAN, ERKA NETEWEYÎ YE'

Civata Gîştî ya 17. ya KNK'ê rewşa Rebêrê KCK'ê birêz Abdullah Ocalan wek xaleke taybet dest girt. KNK'ê belavkirina daxuyaniyan dewleta Tirk yên metirsîdar wek pirsgerêkeke neteweyî destgirt û dewleta Tirk hişyar kir ku ew tevahiya nêzîkatiyên dijî Ocalan wek nêzîkatiyên dij neteweyî digire dest. Her wiha KNK daxwaza azadiya Abdullah Ocalan wek erkekî neteweyî û niştîmanî dest digre.

CIHÊ JINAN DI SIYASET, KARÊN ÎDARÎ Û CIVAKÎ DE

Mijareke din a girîng a Civata 17. jî, li Kurdistanê pirsgirêka beşdariya jinan a di siyaset û karên îdarî û civakî de bû.  Di Civata Giştî ya îsal de, hem hejmara jinên endam zede bû, hem jî beşdariya jinan di nîqaşên Civata Gîştî de bal kişand. Jinên endam û mêvan dawxazkirin ku êdî partiyên siyasî astengî li ber beşdarbûyîna jinan ya di siyasetê de dernexînin. Jinan, bal kişandin ser serkeftinên jinên Rojava û Bakûr û bi giredayî wan jî, rexneyên xwe yên li ser partiyên mecal nadin jinan, anîn ser zimên. Ji ber ku partiyên siyasî yên ku bi sedema berjewendiyên xwe yên teng nêzî siyaseta yekîtiya neteweyî dibin, li pêşiya lidarxistina Konferansa III. ya Neteweyî ya Jinên Kurd dibin asteng. KNK bang li hemû aliyên siyasî dike ku wan astengiyan ji holê rakin û li pekanîna konferansa III. ya neteweyî ya jinên Kurd ku wek peşengtiya karên gîştî yên yekîtiya neteweyî ye, xwedî derkevin.

RÊVEBERIYA NÛ YA KNK'Ê

Di 17. Civata Gîştî ya KNK'ê de, di peyman û peyrewa KNK'ê de jî, hinek guhertin pek hatin. Peyman û peyrewa KNK'ê hat nûkirin.

Di hilbijartinan de Nîlûfer Koç û Rêbwar Reşîd wek hevserok hatin hilbijartin.

Ji bo Konseya Rêvebir ya KNK'ê, ev birêzan hatin hilbijartin:

⦁    Zubeyir Aydar
⦁    Adem Uzun
⦁    Tahîr Kemalîzadeh
⦁    Çîçek Yildiz
⦁    Dilşa Osman
⦁    Refîk Ghafur
⦁    Şahla Hafîd
⦁    Abdullah Melle Nourî
⦁    A. Avesta Aydin
⦁    Behzad Pîrmûsa
⦁    Zaînab Moradî
⦁    Abdulkerîm Omar
⦁    Pelîn Yilmaz
⦁    Nûman Ogur
⦁    Nalya Îbrahîm"