Encama hilbijartinê ya şaredariya Mexmûrê hate eşkerekirin

Li gorî encamên dawîn Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredar û enûmenên Şaredariya Gel dûh di saet 08.00’an de li 8 navendan dest pê kir û şêniyên wargehê dengên xwe bi kar anîn.

Hilbijartin di saet 17:00’an de li her 8 navendan bi dawî bû. Encama hilbijartinan îro diyar bû. Li gorî encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan ya wargehê diyar kirî, Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Meclîsa şaredariyê jî ji nava 25 kesên ku ketin hilbijartinê 7 kes bi ser ketin û bûn endamên meclîsa şaredariyê.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) her du salan carekê ji bo hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel hilbijartin pêk tê.