Emîne Şenyaşar: Netirsin, rabin ser pêyan!

Emîne Şenyaşar, “Em vê hikumetê qebûl nakin. Bila tu kes netirse, divê her kes rabe ser pêyan.”

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du zarokên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, 50 roj in li ber xwe didin.

Platforma Şaxên Amedê ya KESK’ê û rêveberên MEBYA-DER’ê çûn serdana malbata Şenyaşar û peyamên hevgirtinê dan.

EMÎNE ŞENYAŞAR: EM VÊ HIKUMETÊ QEBÛL NAKIN

Serdana pêşîn ji aliyê rêveberên KESK’ê hate kirin. Emîne Şenyaşar ji heyetê re qala 3 salên dawîn ên rewşa xwe kir û got “Em vê hikumetê qebûl nakin. Bila tu kes netirse, divê her kes rabe ser pêyan. Em li vir li ber xwe didin, dengê me bibihîzin.”

Hevseroka Şaxa 1’emîn a EGÎTÎM-SEN’ê Emîne Yildiz jî diyar kir ew ê piştgiriyê bidomînin û got “Heta ku edalet pêk were, em ê bi we re bin. Ev ne bi tenê doza we ye, doza me gişan e. Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin. Hûn bêyî westan li vir in, em ê jî hêzê bidin we. Em şaxên KESK’ê em ê we bi tenê nehêlin.”

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku ev serdanên ji bo hevgirtinê hêzê dide wan û got “Dosyeya doza li nexweşxaneyê hê nehatiye vekirin. Dozger naxwaze bi me re rûnê. Avahiya edalatê heye lê dozgerê ku naxwaze bi me re rûnê, diparêzin. Li gorî wan venekirina dozê li gorî hiqûqê ye. Em bi carekê bi dozger re rûniştin, ji me re diyar kir ku wan 23 kes tespît kirine. Nexwe derbarê van 23 kesan çi hewce be, wê bike. Wê roj were heyeta dadgerê jî ji ber ku hevkarê sûc e, wê were darizandin. Ji ber ku qedexeya derketina derve heye, em ê berxwedanê li malê bidomînin.”

Piştî heyeta KESK’ê rêveberên MEBYA-DER’ê çûn serdana malbatê. Heyetê peyama piştgirî û hevgirtinê da malbatê.