Emîne Şenyaşar: Li dijî vê zilmê me bi tenê nehêlin

Emîne Şenyaşar ku berxwedana edeletê didomîne, got “Me bi tenê nehêlin. Bila her kes li dijî zilma ku li me tê kirin, li ba me bisekine.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro 521 roj li pey xwe hişt.

Dayîk û kurê xwe serê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Polîsan rûniştina Malbata Şenyaşar ya li ber siya avahiya edliyeyê, di roja 4’emîn de jî asteng kir. Malbat li ser vê astengiyê li kuncika xwe nobet da destpêkirin.  

Emîne Şenyaşar wiha got: “Zilmê li me dikin. Duh li piyan sekinandin. Polîsan nehiştin ku ez rûnim, ji min re gotin ‘li ser piya bisekine’. Salek û 5 meh in ez li vir dirûnim. Êdî bes e bila edalet bi cih were da ku ez biçim mala xwe. Bila li qeydan binêrin ger ku sûcê zarokên min hebe, bila werin min û herdu kurên min Ferîd û Mehmet jî bigirin.  Çima kujeran nagirin? Zarokên min li dikana xwe esnafî dikirin, çi sûcê wan hebû?” 

Her wiha Şenyaşar wiha got: “Me bi tenê nehêlin. Bila her kes li dijî vê zilma li me tê kirin, li ba me cih bigire. Heta ku edalet neyê, ez ji vir naçim. Bila demek zûtirîn edalet were. Bila kujer hemû bên girtin. Ev dewletek çawa ye û ev edaletek çawa ye?”